'Jinên girtî ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin'
- 14:53 5 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Di daxuyaniya ku derbarê îşkenceya li girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê de hat dayîn de parlamentera DHP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî .Huda diyar kir ku jinên girtî ji ber ku li gitîgehan nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didn û got ku divê ev mjar bi awayekî hesas di rojava rayagitî de bê hiştin.
Bi tevlibûna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Huda Kaya derbarê gitiyên ku li Girtîgeha Duzceyê ya Tîpa T bi îşkenceyê re rûbirû dimînin de daxuyanî hat dyîn .Di daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê ya Stenbolê hat dayîn de di serî de xwişka Abdullatîf Teymûr Gulseren Yildirim axivî.
'Li destê gitiyan şopên îşkenceyê hebûn'
Guseren Yildirim, diyar kir ku di dema hevdîtinê de wê derfet dîtiye ku bi 8 girtiyên din re jî biaxive û wiha got: “Di ketin û derketin girtîgehê de gelek pirsgirêk hene. Şopên lêdanê îşkenceyê li destên girtiyan hebûn. Girtiyên din jî di heman rewşê de bûn. Girtiyan ji min re gotin xwîn ji cihê destava hin girtiyan hatiye. Gotin hin hevalên wan dikuxin. Dema min sedama vê yekê pirsî gotin ‘Çend caran ew birine odeyên singerê û bi saetên em di korîdoran de rawestandin. Hemû alavên me belav kirin. 4 rojan li me xistin û destên me paşve kelepçe kirin. Gardiyenên îşkence li me kirin, em birin doktor. Bi awayekê rast û dirûst em derman nekirin. Dema îşkençe li me dikirin, digotin ‘Hûn di hembêza dilovan a dewletê dene. Emê we bikin zilam.’ İşcenceyên giran bi me kirin.’ Ez banga hestiyarî û piştgiriyê li raya giştî dikim.”
‘Lêpirsîna hatiye destpêkirin têrê nake'
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî, da zanîn ku piştî guhertina midûrê girtîgehê, êrîş zêdetir dibin û wiha axivî: “Bi ferman midûrê nû îşkece hatiye kirin. 4 rojan girtî îşkence kirine û avêrtine odeyên singer. Piştî bûyer hat bihîstin hevalên me yên parêzer çûn girtîgehê. Hat gotin ku dozger lêpirsîn daye destpê kirin. Em dizanin ev lêpirsîn jî dê bê encam bimîne. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku peywira xwe bine cih, lêpirsîn û lêkolînek bi bandor bi rêve bibe.”
'Ji girtîghean agahiyên mirinê tên'
Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî, anî ziman ku wan duh xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Duzce daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê hatin astengkirin û wiha bilêv kir: “Bi armanca piştevaniya bi malbatan re me duh xwest em li ber Girtîgeha Duzce daxuyanî bidin. Lê li pişt me polîs û li pêşberî me jî kesên nîşaneya gur çêdikirin hebûn. Ji girtîgehan agahiyên mirinê tên divê ku em vê bi awayekî hesas di rojeva raya giştî de bihêlin.”