Li Qoserê gelek kes hatin binçavkirin
- 14:25 5 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ku li Qoserê hatin kirin de gelek kesên HDP û DBP'yî hatin binçavkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat gitin. Di encma serdegitina malan de rêvberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin binçavkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat aşkerakirin ku di çarçoveya operasyona "Sucdarên rêxisitnê" de operasyon hatiye destpêkirin û kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê. Nehat zanîn ku çend kes hatin binçavkirin.
Hat aşkerakirin ku kesên hatine binçavkirin dê sibe sewkî Edliyeya Mêrdînê bên kirin.