Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Nadia Murad
- 12:36 5 Cotmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018'an dan aktîvîsta kurd ya ezidî Nadî Murad.
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2018'an dan Doktor Denîs Mukwege û jina kurd a êzidî Nadya Murad ku bi hewldanên xwe yên ji bo tundiya zayendî ya ku weke çeka şer tê bikaranîn ji holê bê rakirin tê nasîn.
Nadiya Murad a ku bi zilma çeteyên DAÎŞ'ê re rûbirû ma piştî ku rizgar bû dest bi xebatên mafên mirovan kir. Nadiya beriya vê jî ji bo xelatê namzed hatibû nîşandan lê Komîteya Nobelê xelat dabû kesên din.