ÎRA: Di îlonê de 110 rojnameger hatin darizandin û yek jî hat girtin
- 12:16 5 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - ÎRA diyar kir ku nivîsandina nûçeyên rûtîn ên rojane jî dibe sedema sûc û di meha îlonê de 4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin, 110 rojnameger hatin darizandin, li 5 rojnamegeran 21 sal û 3 meh ceza hat birîn û 11 rojnameger jî hatin berdan.
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha îlonê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi awayek nivîskî aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku şopandin û nivîsandina nûçeyên rûtîn ên rojane jî êdî dikin sûc û ji birîna darên li Rîzeyê bigire heta bavek ku nikare pantolon ji zarokê xwe re bikire û întîxar dike dibin sedema sûc. Di raporê de hat gotin du nûçegihanên nûçeya van du geşedanan çêkirine hatine binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
'Rojnamegeriya azad tê astengkirin'
ÎRA di rapora xwe de bal kişand ser kirinên pêşnûmeya nû ya RTUK’ê ku dê bikeve meriyete û got: “Rojnamegeriy azad û muxalîf di bin dorpêçê de ye. Dê rojnamegeriya azad hin bêtir bê desteserkirin û dorpêçkirin. Dixwazin rojnamegeriya azad îlegalîze bikin.”
'Bila rojnameger bên berdan'
ÎRA binpêkirina mafan a meha îlonê ya li dijî rojnamegeran wiha rêz kir: “Di vê meha îlonê de jî 173 rojnameger girtî ne. 4 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerek hat girtin. 110 rojnameger hatin darizandin. Li rojnamegerek doz vekirin. Ji bo 4 rojnamegeran lêpirsîn hat destpêkirin. Ji 5 rojnamegeran bi giştî 21 sal û 3 meh cezayê hepsê hat xwestin. Li 4 rojnamegeran 27 hezar TL cezayê pere hat birîn. 53 rojnameger ji peywîra xwe hatin girtin û îstîfa kirin. 11 rojnameger jî hatin berdan.”
ÎRA di rapora xwe de bang li rayedaran kir ku demildest bila rojnamegerên girtî berdin û binpêkirina mafên rojnamegeran jî şermezar kir.