Bi dermanê xwezayî mirovan baş dike
- 10:42 5 Cotmeh 2018
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Mihdiya Elî dermanê xwezayî bi destên xwe çê dike û mirovan baş dike û dibêje:"Dermanên xwezayî ji bo tenduristiyê baştir e."
Jina bi navê Mihdiye Elî bi kêfxweşiyek mezin û bi dildarî dermanên xwezayî amade dike û şîfayê belav dike. Mihdiyayê dibêje:"Tenduristiya mirov ji hemû tiştî ferztir e. Divê mirov di destpêkê de li xwezaya xwe xwedî derkevin."
Mihdiya Elî diyar kir ku ew ji dayika xwe hînî çêkirina dermanên xwezayî bûye û got:"Dema ku diya min ev çêkirina dermanên xwezayî şanî min dida ez gelek kêfxweş dibûm. Çimkî tenduristiya mirovan ji bo min gelek girîng e. Dema tenduristiya mirovan ne baş be mirov nikare tu tiştekî bike. Loma divê di destpêkê de em giringiyê bidin tenduristiya xwe."
'Dema ku mirov baş dibin ez kêfxweş dibim'
Mihdiyayê da zanîn ku ev vî karê çêkirina demanan bi dildarî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez benîştê daran û bezê bizina di nava hevdude dihelînim û ev yek ji bo guhê mirovan baş e. Gelek dermanên bi vî rengî ez çê dikim û ev yek ji bo tenduristiya mirovan tiştekî baş e. Gelek kes ji bajarên cuda tên û ez ji bo tenduristiya wan dikevim nava hewldanekê. Tenduristiya mirov ji hemû tiştî ferztir e. Divê mirov di destpêkê de li xwezaya xwe xwedî derkevin."