Malbatên girtiyên di Girtîgeha Panosê de serî li ÎHD'ê dan
- 10:36 5 Cotmeh 2018
- Rojane
AGIRÎ - Malbatên girtiyên di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de dimînin, derbarê tundî û binpêkirina mafan ên li girtîgehê de serî li ÎHD'a Amedê dan. Malbatên ku diyarkirin ava kanalîzasyonê didin girtiyan, ava ku ji girtîgehê anîn, ji bo ku li ser lêkolîn bê kirin dan parêstvanên mafên mirovan.
Girtîgeha Tîpa L ya Panosê ya Agiriyê, ji roja vebûye bi tundiya li ser girtiyan di rojevê de ye. Li gorî agahiyên ji malbatên ku di 3'yê Cotmehê de çûn serdana xizmên xwe hatin girtin, di girtîgehê de tîmeke îşkencekar a ku ji 16 kesan pêk tê hatiye avakirin, li qawîşan lêgerîn zêde bûye, lêgerîna ku berê bi gardiyanan dihat kirin jî niha bi cendirme û kuçikên bi wan re tê kirin û girtiyên li dijî vê tundiyê derdikevin jî tên derbkirin. Herwiha malabtan diyar kir ku ji ber ava kanalîzasyonê ya didin girtiyan li ser çermê wan birîn derdikevin û ji qirika wan jî xwîn tê.
Li ser binpêkirina malan ku roj bi roj zêde dibe malabtan, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Amedê dan û pêkanînên li girtîgehê ku tên kirin vegotin. Xizmên girtiyan ava ku ji girtîehê di şûşeyekê de anîbûn jî ji bo ku bê lêkolînkirin teslîmî rayedarên ÎHD'ê kirin.