Qedexe hat rakirin lê operasyon berdewam e
- 10:12 5 Cotmeh 2018
- Rojane
SÊRT - Qedexeya derketina derve ya li 11 tax û gundên navçeya Tîllo û navenda Sêrtê, hat rakirin.
Li taxên Alkumru, Erenler, Kargacik û Elmacik, gundên Çinarlisu, Hantrat, Akyayla û Taşbalta ên navçeya Tîllo, gundên Çolkoy û Ermekçîler ên Sêrtê di 3’yê Cotmehê de bi şev qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Duh bi şev di saet 19.00’an de qedexeya derketina derve hat rakirin, lê operasyona leşkerî ya bi tevlîbûna hêzên taybet a li herêmê hatibû destpêkirin, berdewam dike.