'Em bi zarokên xwe serbilind in'

  • 09:59 5 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
DÊRIK - Malbatên berxwedêrên enternasyonalîst li ser Goristana Şehîd Xebat a Bajarê Derikê gorên zarokên xwe ziyaret kirin û diyarkirin ku ew bi zarokên xwe serbilind in ku zarokên wan ji bo azadî û rûmeta gelan jiyana xwe ji dest dane û gotin. "Em baş dizanin ku zarokên me ji vê xakê hez kirin ji  bo wê jî canê xwe feda kirin." 
 
Malbatên berxwedêrên enternasyonalîst ên ji Birîtanya û Holandayê hatin, li ser Goristana Şehîd Xebat a Bajarê Derikê gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Malbatên Berxwedêrên Enternasyonalîst ji aliyê bi sedan kesî hatin pêşwazîkirin. Malbatan gotin ku ew ê heta dawî şopdarê doza zarokên xwe bin.  
 
Dayika berxwedêr Baran Sason wiha hest û nêrînên xwe anî ziman:"Em xeyalên zarokên xwe îro li vir dibînin. Dibe ku em ne ji vî welatî ne, yan jî me bi hezaran kîlometre hatine, lê dilê me her bi zarokên me û welatê me re ye. Dema ku em bû şahidê hezkirina gelê li vir me bêtir fam kir ku zarokên me ji bo çi di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane. Rojavayê Kurdistanê rastî û kelecana azadiyê bi me da naskirin. Em baş dizanin ku zarokên me ji vê xakê hez kirin ji  bo wê jî canê xwe feda kirin. Em bi zarokên xwe serbilind in. Em ê her şopdarên doza zarokên xwe bin."