Li Kampa Berxwedanê sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
- 09:09 5 Cotmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - Ji bo zarokên Efrînê yên li Şehbayê starda sala perwerdehiya nû hat dayîn. Sala perwerdehiyê ku ji ber şerd û mercan dereng dest pê kir, di 11 polî de 450 xwendekar wê bi zimanê Kurdî, îngîlîzî, Fransî û Erebî dersê bibînin.
Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) ji bo zarokên ji ber êrîşên TSK û komên girêdayê wê, reviyabûn herêma Şehbayê, sala perwerdehiya nû da destpêkirin. Bi bernameya li wargeha Berxwedanê hat dayîn de starga perwerdehiya nû hat dayîn û coş û kelecana zarokan ji rûyê wan dihat dîtin. Tevî şerdên zehmet wê 450 xwendekar îsal perwerdehiyê bibînin. Li wargehê di dibistanê de 11 pol hene. Li dibistanê perwerdehiya dibistana seretayî, navîn û lîseyê tê dayîn. Endamên KPC’ê xebat nirxandin.
‘Me seferberiya perwerdeyê da destpêkirin’
Endama KPC'ê ku di heman demê de hîndekar e jî Şerîvan Osu diyar kir ku wan şahidiya qetilkirina gelek kesî kiriye û ji ber vê bi sedan mirov neçar mane koçî Şehbayê bikin û got: “Zarok ji dibistanên wan hatin kirin. Ji bo vê me li Şehbayê sala perwerdeya nû da destpêkirin. Wek komîteya perwerdeyê peywira me ya sereke ev bû ku em dibistanê vekin. Sala nû ya perwerdeyê dest pê kir. Ji pola yekem a dibistana seretayî heta lîseyê polên me hene. Dibistan li gor du dana hat veqetandin. Sibeh û nîvro şûnde. Ji pola 7’an şûnde di mufredatê de biyolojî, sosyolojî, jîneolojî û çand-ahlaq, matematîk û zanista civakî lê tên zêdekirin.”
‘Em berxwedana xwe didomînin’
Meryem Hebîp jî ku mamoste ye bi lêv kir ku zarok ji bo ku ew ê perwerdeyê bibînin gelek kêfxweş bûne û wek komîteya perwerdeyê gelek berpirsiyarî dikevin ser milê wan û wiha got: “Sedema dereng destpêkirina dersan, hîna dibistan temam nebûbû. Şer pir zehmet e. Dereng be jî me vekir. Em li vir berxwedana xwe didomînin.”
Xwendekarê bi navê Fatma Muhemmed û Hemîd Hisên ku li Efrînê hevalên wan li ber çavên wan hatin qetilkirin, diyar kirin ji ber ew bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin gelek kêfxweş in.