Daxwaza serlêdanê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Oclan re hat redkirin
- 18:03 4 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 752’yemîn hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Rezan Sarica û Fuat Coşacak ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 752’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.