Daxwaza berdana bersûca Komkujiya Dîlokê nehat qebûlkirin

  • 16:45 4 Cotmeh 2018
  • Rojane
KAYSERÎ - Îtîraza berdana bersûca Komkujiya Dîlokê Fadîle  Halaç Cabael a DAIŞ’î bi hinceta “Pirsgirêka tunduristiyê” ku hat kirin hat redkirin. 
 
Li taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbeya Dîlokê di 20’ê Tebaxa 2016’an de DAIŞ’ê li dijî dawetek malbata Kurd teqîn pêk anîbû û gelek ji wan zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bersûca êrîşa hovane ya DAIŞ’ê Fadîle Cabael bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê hatibû berdan. Parêzerên malbatan ên dozê dişopînin îtîrazî berdana bersûc kiribûn. Lê dadgehê îtîraza berdanan Cabael red kir.
 
4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kayseriyê îtîraza biryarê lêkolîn kir û da zanîn ku biryar hiqûqî û qanûnî ye. Şandeya dadgehê bi vê hincetê îtîraza biryara berdanê red kir. Şandeya dadgehê, taxwaza parêzer Adnan Erol a “bila bi şertê kontrola edlî û girtîgeha malê bê berdan” jî red kir û hewcedarî bi şertê kontrola edlî nedît. 
 
Parêzeran ji bo biryara dadgehê bê lêkolînkirin, serî li dadgehek bilindtir Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn dan.   
 
Li Dîlokê, di 16’ê Cotmeha 2016’an de operasyon li dijî mala hucreya DAIŞ’ê pêk hat û hat îdîakirin ku di serdegirtina malê de Kadîr Cabael bombe bi xwede teqand û jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Cabael Fadîle Halaç Cabael bi saxî hatibûn girtin.