Dê daneşîna 17 zarokan sibehê bê dîtin
- 15:18 4 Cotmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Daneşîna 4'emîn a doza 17 zarokên ku di serdema qedexeya kolanan de hatinbûn girtin dê sibê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.
Di 26'ê gulana 2016'an de li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de 70'ê kes ji taxê hatibûn tehliyekirin û piştre jî hatibûn binçavkirin. 70 kesên ku 17 jê zarok bûn û hat ragihandin ku di bin çavan de bi îşkenceyê re rûbirû mane piştre hatin girtin. 4'emîn daneşîna dozê dê sibehê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.