'Em ê çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re bibînin'
- 13:08 4 Cotmeh 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Bi armanca hevdu naskirin û parastina mafên jinê hemû jinên li Sûriyeyê dê li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bên gel hev.
Nêzî 30 jinên ku xwedî pîşeyên cuda yên ji Heleb, Şam, Humis, Tertûs, Hema, Laziqiyê ne dê bi armanca hevdu naskirin û parastina mafên jinê hemû jinên li Sûriyeyê dê li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido bên gel hev. Jinên Kurd, Ermenî, Suryanî, Ereb dê hemû bên gel hevdu û komcivînekê li dar bixin.
Parêzer Rîm Ehmed Osman derbarê komcivînê de wiha got:"Armanca me ew e ku em hemû jin hevdu nas bikin û ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibînin. Em ê li ser esasên wekheviyê vê komcivînê li dar bixin. Her wiha em ê li ser zagonên jinê jî bisekinin û çareseriyê ji pirsgirêkên jinan bibînin. Ji bo jin neyên çewisandin û piştevaniya di navbera jinê de xurt bibe em ê têkoşîn û xebatên xwe bidomînin."