Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir

  • 12:23 4 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ya der barê pirsgirêka êzidiyên li kampan de qebûl nekir. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca têkildarî pirsgirêkên welatiyên êzidî yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Şengalê hatin bajarên herêmê û li Kampa Midyadê ya AFAD’ê bicih bûn pêşniyazpirs dabû Wezarî Karê Hundir Suleyman Soylu. Pêşniyazpirs rastî hinceta redkirina “kêfî” ya Meclîsê hat. 
 
Serokatiya Meclîsa bi hinceta pirsa Feleknasê ya “Sirgûnkirina êzidiyan bi zanebûn e gelo?” pêşniyazpirsê lê vegerand. 
 
Dema Feleknasê pêşniyazpirs da Meclîsê, dixwestin êzidiyên li Kampa Midyadê bibin kampên Hatay, Kilîs û Mereşê.