Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê Konferansa 'Em ê bi rêxistinê azad bibin'

  • 12:04 4 Cotmeh 2018
  • Rojane
WAN - Endama PM'ya HDP'ê Betul Unsal, bang li hemû ciwan vexwednin konferansê û wiha got; "Li dijî hemû êrîşên li ser ciwanan; me bi hemleye nû ya rêxistinkirinê xebat da destpêkirin û em bang li hemû ciwanan dikin ku di bin sîwana HDP'ê de di nav Meclisa Ciwanan de xwe bi rêxistin bikin."
 
Di pêşengiya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Wanê di 6'ê Cotmehê de bi dirûşma "Em ê bi rêxistinbûnê azad bibin" wê konferans bê lidarxistin. Endama PM'a HDP'ê Betul Unsal banga tevlibûnê kir. Betul anî ziman ku ciwan ji rê tên derxistin û wiha berdewam kir: " Bi taybetî ciwanên li Kurdistanê di hedefa vê ji rêderxistinê de ne."
 
'Rola pêşneg a ciwanan gûmanan çêdike'
 
Betul di berdewamiyê de anî ziman ku serdest bi awayê plankirî dejnerekirin çandî bi riya ciwanan pêk tînin û wiha got: "Karên kirêt yên wekî înkarkirina nasnameyê, fuhuş, sîxurtî bi awayekî bi pilan bi riya ciwanan li ser civakê ferz dikin. Di vî warî de ev kiriyarên di pêşengiya ciwanan de mirov dixin nav gûmanan.  Bi van planên kirêt dixwazin ku ciwanan ji rê derxin."
 
'Bi ciwanên HDP'ê ber bi rêxistin bûnê'
 
Betû wiha dawî li axafitna xwe anî: "Em armanc dikin ku beriya Kongreya Ciwanan a ku wê di 25'ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxiswtin armanca me ew e ku Konferanseke em pê li 10 bajaran hemeleya rêxistinbûnê bidin destpêkriin. Divê em li dijî hemû êrîşên pergalê yên li ser ciwanan û jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin."