'Tîma ku li girtîgehan îşkenceyê li zarokên me dike kî ne?'

  • 11:26 4 Cotmeh 2018
  • Rojane
AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê pirsgirêka ava lexeman ku didin girtiyan ketibû rojevê û hat aşkerakirin ku ev pirsgirêk berdewam dike. Malbatên girtiyên ku çûn hevdîtina xizmên xwe ava nepaqij ku tê gotin a lexemê ye ji girtîgehê girtin û ew ê bibin li ÎHD'ê serlêdana sûc bikin.  Malbatên girtiyan bal kişandin ser tîma ku ji 16 kesan pêk tê û li gitiyan îşkenceyê dike û wiha gotin: "Mudurê girtîgehê got ku erka wî ya mudaxele li vê tîmê bike tune ye. Wê demê kesên ku di nav vê komê de cih digirin kî ne?"
 
Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgeha Tîpa L ya Panosa Agiriyê berdewam dikin. Duh malbatên ku çûn serdana xizmên xwe, bi dengê berxwedana girtiyan hatin pêşwazîkirin. Girtiyên ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li deriyên hesin dan bi dirûşman binpêkirinên mafan ên ku tên kirin şermezar kirin. Girtiyên ku çûn hevdîtinê li barîkatên ku ji aliê leşkeran ve  hatibûn avakirin di lêgerînê re hatin derbaskirin.  Malbatan gotinên di hevdtînê de zarokên wan ji wan re gotin bi ajansa me re parve kirin. Piştî ku di 25'ê îlonê de di çapemeniyê de hat weşandin ku ava lexemê didin girtiyan, malabatan diyar kir ku laşên gitiyan zerar dîtiye.
 
'Ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nake dibe ku kor bibe'
 
Girtiyan bi riya malabatan ragihand ku  ji aliyê reberiya girtîgehê ve ji bo gitiyên ku cezayê wan hatiye erêkirin pêkanînên 'Cezayê muebetê' tên kirin û gotin ku gittiyên tevli çalakiyên civakî dibin jî dikin huceryên yek kesî. Girtiyan bi riya xizmên xwe diyar kirin ku girtiya bi navê Jiyan Ay ku ya ku di serdema qedexeya derketina derve ya 2015'an a li Nisêbînê de hat binçavkirin û hat gitin ku li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê dimîne dema ji bo muayeneya çav dibin nexweşxaneyê ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekiriye bêyî ku bê dermankirin ew şandin girtîgehê û hat ragihandin ku ger çavê Jiyanê zerarê bibîne ji vê rêvberiya girtîgehê berpirsiyar e.
 
Li Panosê koma îşkencekar a ji 16 kesî pêk tê  
 
Li aliyekî din xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîeha Panosê komeke îşkencekar a ji 16 kesan pêk tê heye avakirin û ev tişt gotin: "Zarokên me li gitîgehan mecbûrî ava ku bîhna lexemê jê tê kirine, zarokên me di serî de ji vê jahrî bûne û ji ber ku bi vê avê ji mecbûrî xwe şûtine jî di laşê wan de pirsgirêkên çerm peyda bûne. Zarokên me yên ku nexweş ketine ne revîra nexweşxaneyê qebûl dike û ne jî dişînin nexweşxaneyên din. Di 3'yê cotmehê de tîmeke ku kesek nas nake ya ji 16 kesî pêk tê êrîşî qawîşan kiriye. Vê tîmê qwîşên zarokên me lê dimînin serobin kirine û zarokên me derb kirin. Giliyê vê tîmê li rêveberiya gitîgehê hatiye kirin lê rêvberiyê gotiye ku ji bo demek derbasdar hatine û erkam min ya ku ez mudaxele bikim tune ye. Em diprisin ev 16 kesên îşkencekar kî ne? Em banga hestiyariyê dikin.  Ger ku pirsgirêk neyê çareserkirin em ê jî dest bi çalakiyan bikin."