Li Sêrt û Amedê qedexeya derketina derve
- 10:26 4 Cotmeh 2018
- Rojane
SÊRT/AMED - Li gundên navçeya Tîllo û navenda Sêrtê qedexeya derketina derve hat îlakirin. Piştî qedexeya derketina derve operasyona leşkerî hat destpêkirin. Her wiha li 65 gundên û mezrayên navçeyên Licê û Hênê serê sibê di saet 06.00’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li taxên Alkumru, Erenler, Kargacik û Elmacik, gundên Çinarlisu, Hantrat, Akyayla û Taşbalta ên navçeya Tîllo, gundên Çolkoy û Ermekçîler ên Sêrtê duh bi şev qedexeya derketina derve hat îlankirin. Piştî qedexeya derketina derve li herêmê bi tevlîbûna hêzên taybet operasyona leşkerî hat despêkirin û operasyon berdewam dike. Hat diyar kirin ku di dema operasyonê de li çoltera gundê Meydandere ya navendê pevçûn qewimiye. Li herêma ku operasyon lê berdewam dike, liv û tevgera helîkopteran heye.
Amed
Li 65 gundên û mezrayên navçeyên Licê û Hênê serê sibê di saet 06.00’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li 65 gundên û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê, di saet 06.00’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Operasyona bi piştgiriya hewayî ya li gundên Spenî, Mizag, Barav û Komîk ên çolterên navçeya Lîcê ya Amedê hatibû destpêkirin, di roja 4’emîn de berdewam dike. Di saetên serê sibê de jî li 65 gundên û mezrayên navçeyên Licê û Hênê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hat diyar kirin ku di saetên şevê de li herêmê operasyonek din hatiye destpêkirin.