Logara ku di be sedema qezayan çima nayê girtin?
- 10:14 4 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - Li Tesîsleran ku tevgera trafîkê lê gelek zêde ye logara ku demek dirêj e ser wê ji aliyê qeyûmê şaredariyê ve nayê girtin dibe sedema qezayên trafîkê.
Li navçeya Rezan ya Amedê li Bulvara Rihayê ku tevgera trafîkê lê gelek zêde ye logara ku ser wê ji aliyê şaredariyê ve nayê girtin xeteriyê belav dike. Logara ku nayê zanîn ji bo çi hatiye vekirin ku li cihê şerîda ji bo kesên çavên wan nabînin cih digire xeterya belav dike mezintir dike.
Piştî bertekên gel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku Qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji bo ewlehiyê li kêleka logarê dubayek danî.