Tora nûçeyan a jinên astengdar EKHA:Werin em bi hev re binivîsin
- 09:11 4 Cotmeh 2018
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Di çapemeniyê de wek hemû jinan jinên astengdar jî nayên dîtin û jin li dijî nûçeyên zayendperest û di kategoriyekê de komkirin hatin cem hev û Tora Nûçeyan a Bêasteng (EKHA) avakirin. Yên projeyê dimeşînin bang li jinên astengda û neastengdar kirin ku werin bi hev re nûçeyan çêbikin.
Ji aliyê jinên astengdar ve Tora Nûçeyan a Jinên Bêasteng (EKHA) hat avakirin.Jinên bi armanca çapemeniya xwe biafirînin, nûçegîhan û edîtorên xwe bigihînin derketin rê, hedefa wan eve ku di nav astengiyan de çapemeniya rexnegir ya esasa wê zayenda civakiye pêş bixînin. Di tora nûçeyan de niha 60 jin cih digirin.Her wiha gelek jinên ji torê re dinivîsin û pisgirêkên xwe vedibêjin jî hene. EKHA ku bi hewldana Meclîsa Jinan a Komeleya Alti Nokta Korler û Seferatxaneya Swêdê hat avakirin, hedef dike ku bi hevkariya Komeleya Lêkolîn û Ragîhandinê ya Jinan a Uçan Supurge xwe mezin bike û zêdetir xwe bigihînin jinên astengdar.
‘Di çapemeniyê de di nûneriya jinan de pisgirêkên cidî hene’
Ji Uçan Supurgeyê Selan Dogan armanca projeyê wiha vegot: “Hewcedariya jinên astengdar bi alavên nû û fêrkirinên nû hene. Me jî got em vê çawa pêş bixînin. Me EKHA di cih de dît. Ji ber ku wek hemû jinan jinên astengdar jî di çapemeniyê de nayên temsîlkirin. Pisgirêkên cidî hene. Mirovên astengdar di kategoriyekê de cih digirin. Wekê ku zayenda wan tune tevdigerin. Jİ ber vê gelek pirsgirêkê çêdibin.”
‘Hemû nûçeyên xweser çêdikin’
Selenê di berdewamiya axaftina we de daxuyakirin ku di tora nûçeyan de jinên astengiya wan ya nebihistin, nedîtinê û ortopedîk hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi nûçeyên dinvîsin, xwe wek nûçegîhan digihînin û hewl didin bibin edîtor. Rojeva xwe nîşan didin û hemû nûçeyên xweser çêdikn. Jinên astengiya wan tune jî di torê de cih digirin. Em jinên astengiya wan tune, hewl didin hewcedariyên wan û tiştên dixwazin fêm dikin. Ew jî me nas dikin. Em di xebatên perwerde û atolyeyan de li cîhanê jî dinêrin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî vê tora nûçeyan bibin û bi hev re nûçeyan binivîsin.”
‘Ez ji karê xwe eciz nabim’
Ji Komeleya Alti Nokta Korler, Şule Sepîn jî ku berê serokatiya giştî ya ji jinan berpirs meşandiye, nebîne ye. Şule di heman demê de psîkologe. Şule piranî di qadên ku jinên astengdar lê ne dixebite û demekê Midûra Karê Nivîsê ya Kovara Kîbele Alti Nokta jî meşandiye, niha di meşandina projeya EKHA de cih digire.
Şule der barê xebatan de axivî û wiha got: “Ev kar piştevanî û hevkariyê dide fêr kirin. Em karê xwe hîn dikin. Em pisgirêkên jinên astendar di çapemeniyê de çawa tê nîşan dan fêr dikin. Ez jî yek ji kesên ku vê projeyê dimeşînim. Ji ber li her derê hilberandin hebe afrînerî jî heye. Ez ji karê xwe kêfî digirim. Em jinên din yên di torê de piranî li ser çapemeniya civakî dikevin têkiliyê. Jin nûçeyan ji me re dişînin em jî rast dikin. Em dîsa ji wan re dişînin. Em pêvajoya fêrbûnê rehet derbas dikin. Dereng be jî çêkirina nûçeyek baş gelek girînge. Di çapemeniyê de jinên astengdar li ser mexduriyetê tên vegotin. Ev rewş me nerehet dike. Piştî me perwerda vê girt, pêşketina me çêbû. Em naxsazin li aliyekî civakê cih bigirin. Em dixwazin di nav civakê de cih bigirin.”