‘AKP xwe bi tirs û cehaletê li ser piyan digire’

  • 09:07 4 Cotmeh 2018
  • Rojane
RIHA- Yek ji damezrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku feraseta ol ya navenda wê hêze xwe bi tirs û cehaletê heyî dike û desthilatdariya îro jî vê dike û got: “Li dijî hêviya ku Îslamiyetê daye xizanan, niha rewşeke ku xizaniyê berdewam dike, heye. Tiştên tên jiyîn jî nîşaneya ku ji îslamê dûr tê ketin e.”
 
Yek ji damezrînera AKP’ê, nivîskar û parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal dewletbûna ol û desthilatariya li Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku feraseta ol a navenda wê hêza xwe bi tirs û cehaletê li ser piyan digire.
 
 Fatmayê bi lêv kir ku cihê derketina hemû olan, li dij bêdadiyê ye, lê ev di nav demê de xera bûye û wiha pê çû: “Hemû olên semawî Yahudî, îslam, xiristiyanî di esasê de li dijî bêdadiyê derketine holê. Di bingehê de ji ber  ola berî ji rê derketiye olên din hatine.  Heta di Kuran-a Kerîm de pir tê gotin ‘ola Xweda bi buhayek kêm nefroşin’. Yanî ayetên Xweda ji bo xwe û berjewendiyên malbata xwe xera nekin.”
 
‘Li dijî tirs û cehaletê zanîn û azadî’
 
Fatmayê destnîşan kir ku civaka ku Îslam pêşniyar kiriye mirovên azad in lê di roja îro de bûye alava ku desthilatdariyê rewa dike û got: “Carna desthilatdarî xwe dispêrin hêzên cur bi cur. Yên vê desthilatdariyê rewa dikin oldarin. Di dîrokê de em mînaka herî şênber dikarin Muaviyeyeyan nîşan bidin. Di şerê Muaviyeyan de rûpelên Kuranê bi serê mertalên xwe ve kirine û ol bi kar anîne. Li dijî vê Hz. Alî artêşa xwe vekişandiye. Hz. Huseyîn yê li dijî vê feraseta desthilatdariyê derketiye jî bi awayekî çavsor hatiye cezakirin. Îslam mirovên azad pêşniyar dike. Dema Îslam derket holê herî zêde xizan û koleyan qebûl kiribû. Ji ber soza azadiyê dida wan. Şehîda yekem a Îslamê jineke û di heman demê de kole Sumeyye ye.”
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hinek profên desthilatdariyê diparêzin şîretên balkêş tînin ziman û wiha got: “Daxuyaniyên profan yên wekê ‘nexwînin’ hene û bi vê jî pesnê cehaletê tê dayîn. Li dijî feraseta olek xera bûye, ji Yahudîtiye bigire heta Îslamê her tim di navbera tevhîd û şîrk de têkoşînek hebûye.”
 
Fatmayê balkişand ser rewşa kedkar û xizanan û xespkirina mafên karkerên li balafirgehê dixebitin jî bi bîr anî û got: “Hadîsek pêxemberê me wiha dibêje; Beriya ku xwêdana karkeran zuha bibe heqdesta wan bidin’. Gelo ev gotina pêxemberê me li ku ye. Ji ber feraseta oldar navenda wê hêze ji Îslamê dur hatiye ketin.”