Jinên Siyasetmedar: Di vê hilbijartinê de wê jin pêşengtiyê bikin

  • 09:05 4 Cotmeh 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Jinên Siyasetmedar ên Mêrdînê derbarê hilbijartinên heremî de axivîn û diyar kirin ku piştî qayûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin li dijî jinan dujminantiyek hat destpêkirin. Jinên siyasetmedar bi lêv kirin ku di vê hilbijartinê de dê jin pêşengtiyê bikin.
 
Piştî hewldana darbeyê û bi îlankirina OHAL'ê di 11’ê Îlona 2016’an de dest bi tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên DBP'ê hat kirin û şaredarî hatin desteserkirin. Piştî ku şaredarî hatin desteserkirin di serî de êrîşî destkeftiyên jinan hat kirin û hemû saziyên di bin banê şaredariyên DBP'ê de yan hatin girtin û an jî naveroka wan hat valakirin. Jinên ku bertek nîşanî desteserkirina şaredariyan dan diyar kirin ku qeyûm wan bêzar nakirin û anîn ziman ku ji bo hilbijartinên herêmî yên ku wê di dema pêş de bên kirin pêşengtiyê bikin.
 
Endama DBP’ê ya Nisêbînê Sadiye Bîlgîç , anî ziman ku piştî qayim tayînê Şaredariyên DBP’ê hatin kirin gellek hevşaredar hatin girtin û hîn jî di girtîgehan de ne û wiha got: “Hevşaredarên ku ji ser peywira xwe hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin îradeya gel bûn û îro ev îrade di girtîgehan de tê girtin. Qeyûmên ku hatin tayînkirin heta niha tu tişt nekirine û ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Gelê Nisêbînê beriya sê salan dema berxedana ji bo rêvebirina xweser de  gekek êş  kişandin û malên wan hatin wêrankirin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo xebatên hilbijartinê li dijî van hemû pêkanên îktîdar û qeyûman tevlî xebatên me bibin. Divê em di vê hilbijartinê de bi ser kevin û hemû şardariyên xwe careke din paşve bigirin. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Em ê bi yekitiya ku ava bikin bi gelê xwe re qeyûman bişînin cihê jê hatine û şaredariyên xwe paşve bigirin. Ji bo ku em bi ser kevin em ê tax bi tax û kolan bi kolan bigerin.”
 
'Em ê teqez bi ser kevin'
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Stewrê Eytan Gunay jî diyar kir ku piştî qayûm tayînî şaredariyan hatin kirin gel bertek nîşanê wan da û îro jî hîn bertekên xwe berdewam dikin. Eytan, bi lêv kir ku pergala  AKP û MHP’ê di van hilbijartinan de wê têk biçe û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me gellek girîng e. Gel ji qeyûman ne razî ne. Ji bo em di vê hilbijartina herêmî ku wê bê kirin de bi ser kevin em ê bi hemû hêza xwe bixebitin û bi ser kevin. Ev hilbijartin ji bo jinan bi taybetî gellek girîng e.”
 
‘Tecrît bi hilbijartinê bişkê’
 
Eytan, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku wê bi vî hilbijartinê tecrîdê bişîninn û ev tişt got: “Tecrît bi hilbijartinê bişkê. Qezenckirina şaredariyên me tê wê wateyê ku ji vî pêvajoyê re bibe derman. Em ê di vî hilbijartinê de qezenc bikin û sîstema qayimê bidin şikandin. Em niha winda nekirine, em bi ser ketine û em ê di hilbijartinê de jî bi ser kevin. Pêwîste gelê me ji bo vî hilbijartinê xwe baş rêxistin bikin û tevlî xebatên hilbijartinê bibin. Divê gel xwedî vî hilbijartinê der bi keve.”
 
'Ev polîtîkayên dewletê yên bi salan e'
 
Endama DBP’ê ya navçeya Mîdyatê Bîrgul Toprak û ku bertek nîşanî qeyûmên hatine tayînkirin da jî  bi lêv kir ku 105 şaredariyên wan hebûne û nêzî 90 şaredariyên wan bi tayînkirina qeyûman hatine desteserkirin û wiha berdewam kir: “Niha gelek hevalên me jî di  girtîgehê de ne. Ev jî tê wê wateyê ku dewlet dibêje em naxwazin ku tu xwe bi rê ve bibî. Şaredariyên DBP’ê ku bi bedelên mezin hatin girtin ji gel hatin. mirov nikare navekî li vê bike. Ji tayînkirina qayiman re tu hincet nehatiye nişandan û tayînkirina wan parçeyek ji polîtîkayên bi salan ên dewleta tirk li ser Gelê Kurd in.Dewlet  40 sal in van polîtîqayên xwe dimeşîne û îro evpolîtîka hîn jî berdewam dikin. Lê ev jî nayê wê wateyê ku em ê dev ji têkoşîna xwe berdin. Niha li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Di vî hilbijartinê de wê bi taybetî jî jin bi hêzekr mezin xebatên xwe bimeşînin. Em ê bi xebatên xwe di vê hilbijartinê  şaredariyên me yên hatin xespkirin ji nû ve bistînin. Dewlet bi çi hawî bi ser me ve bê jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ez xwe di vî hibijartinê de wek parçeyek têkoşînê dibînim û xwe ji vê xebatê  berpirsiyar dibînim. Divê em bi rêxistinbûneke mezin dakevin qadan û ji gel  re rastiya dujminan vebêjin. Divê em neheqiya ku li dijî me tê kirin ji gel re bikaribin bêjin.”
 
Bîrgul, da zanîn ku qayimên  tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin dujminê jinan e û wiha pêl da axaftina xwe: “Li dijî hevserokatiyê derketin, li dijî jinan dijminantî dan destpêkirin. Bi êrîş û dujminatiya dixwazinvîna jinan bişkînin. Her wiha piştî tayînkirina qayûman gellek saziyên jinan jî hatin girtin. Vê jî aramanca qeyûman da nîşandan.”
 
'Dema ku jin ne azad be civak jî azad nabe'
 
Hevseroka MEYA-DER’ê ya Artukluyê Gulbeyaz Guneş  jî bi lêv kir ku li pêşiya wan jhilbijartinek heye û wê di vê hilbijartinê de şaredariyên xwe paşve bigirin û wiha berdewam kir: “Em ê di vê hilbijartinê de bersivê bidin wan. Em ê di vê hilbijartinê de teqez bi ser kevin û nehêlin ku ew şaredariyan bigirin. Em ê destkeftiyên xwe carekedin bigirin. Em ê ji wan re bibin bersiv. Me li dijî zilmê û zextan tu carî serî netewand û em netewînin. Divê di vê hilbijartinê de jin bibin pêşeng, rola xwe bilîzin. Dema jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber ku vê civakê jin bi rê ve dibin. Ev hilbijartin ji hilbijartinên din cudatir e. Ji ber ku di vê pêvajoyê de şer, êrîş, girtin gellek zêde ne. Ji bo ku em pêşiyê li hemû zextan bigirin ev hilbijartin girîng e."