ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2018'AN

  • 09:00 4 Cotmeh 2018
  • Rojev
*Jina bi navê Meryem Dewjî ku debara xwe bi keda destên xwe dike got:"Ez dema ku dixebitim bi hêztir dibim. Ji bo jiyanek baş xebat û keda destan lazim e." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Siyasetmedar ên Mêrdînê derbarê hilbijartinên heremî de axivîn û diyar kirin ku piştî qayûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin li dijî jinan dujminantiyek hat destpêkirin. Jinên siyasetmedar bi lêv kirin ku di vê hilbijartinê de dê jin pêşengtiyê bikin. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji damezrînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku feraseta ol ya navenda wê hêze xwe bi tirs û cehaletê heyî dike û desthilatdariya îro jî vê dike û got: “Li dijî hêviya ku Îslamiyetê daye xizanan, niha rewşeke ku xizaniyê berdewam dike, heye. Tiştên tên jiyîn jî nîşaneya ku ji îslamê dûr tê ketin e.” BI DÎMEN
 
*Selamet Tekîk ya 8 mehe li Şirnexê girtiye, ji dozek din ya der barê wê de vebibû de 9 sal cezayê girtîgehê jê re hat dayîn. Parêzer bi gotina ‘Wijdana min vî cezayî qebûl nake, wijdana min’ îtîrazê serokê dadgehê kir û serokê dadgehê jî bersiva ‘wijdana min qebûl dike’ da. Zarokên Selametê jî gotin dixwazin em mirina wê ya li wir temaşe bikin.
 
*Di çapemeniyê de wek hemû jinan jinên astengdar jî nayên dîtin û jin li dijî nûçeyên zayendperest hatin cem hev û Tora Nûçeyan a Bêasteng (EKHA) ava kirin. Yên projeyê bi rê ve dibin bang li jinên astengdar û neastengdar kirin ku werin bi hev re nûçeyan çê bikin.
 
*Hevseroka Şaredariya Payizavayê Yildiz Çetin ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin anî ziman ku ew bi vîna gel hatiye hilbijartin û got:"Şaredarî avahî ye. Em gazî gelê xwe nakin û nabêjin werin vê avahiyê. Em diçin malên wan. Em standa ava bikin û li ba gel bin." DÎMEN HEYE
 
*Ruşen Alkar ya stranên kurdî bi sounda caz û rockê distirê di meha mijdarê de albuma xwe ya nû derdixe. Di albumê de 4 stranên aidö wê yên kurdî hene. Ruşen diyar dike ku dema kurdî distirê xwe temam hîs dike.”