Li Şehbayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
- 14:06 3 Cotmeh 2018
- Rojane
ŞEHBA - Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Şehbayê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de helwesta dewleta tirk hat şermezarkirin.
Li Şehbayê Yekîtiya Jina Azad tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endamên Mala Jinê ya Ehrezê, Mamosteyên Zimanê Kurdî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya Mala Jinê ya Navçeya Ehrezê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê endama Mala Jinê Sebah El Nasêr hat xwendin. Di qada daxuyaniyê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jina Azad hat hilgirtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan mîmarê aştiyê ye û divê tecrîda giran demildest bi dawî bibe.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe pêşî li azadiyê û demokrasiyê vedike û ji azadî û demokrasiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.