Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê 4 girtî di grevê de ne

  • 13:06 3 Cotmeh 2018
  • Rojane
WAN/AGIRÎ -  Li girtîgeha Wanê û ya Panosê binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin, girtiyan jî li dijî vê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li aliyekî din jî malbatên ku diçin hevdîtina, xizmên xwe ji binpêkirinên mafan ên kêfî yên gardiyanan bêzar bûne. 
 
Li girtîgehêan binçpêkirinên mafan nayên bidawîkirin. Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Panos ya Tîpa L a Agiriyê û li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan dan, hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê gitiyên 4 gitiyên siyasî ku hewşa wan hat gitrin ji bo ku binpêkirinên mafan ên li  girtîgeha şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirine.
 
Ji girtiyên ku ev nêzî 2 hefteyan e di greva birçîbûnê de ye Kadîr Karabak, binpêkirinên ku li girtîgehê tên kirin bi riya telefonê ji malbata xwe re ragihand. Malbatê axaftina Kadîr wiha ragihand: "Dema dawîn ku em bi telefonê axivîn, Kadîr diyar kir ku ew bi 4 hevalên xwe re ji ber ku hewşa wan li girtîgehê hatiye gitin 2 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. Kadîr diyar kir ku heta daxwazên wan bên bichanîn ew ê çalakiya xwe ya grevê berdewam bikin."
 
 
Malbatê diyar kir ku piştî greva hatiye destpêkirin rêveberiya girtîgehê paşve gav avêtiye û wiha berdewam kir: "Hewşa ku hatibû girtin piştî çalakiyê beşek wê hat vekirin, lê li aliyê din hîna pirtûk li gorî kotayê tên dayîn. Kadîr diyar kir ku ava vexwarinê ku pêdiviya wan a bingehîne jî di saetên diyar de tê dayîn. Hevjînê min diyar kir ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê çalakiya wan berdewam bike."
 
Li gorî agahiyên malbatên din ên girtiyan jî hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Wanê bi girtiyan re 'nexweşiya porweşînê' peyda bûye û ev nexweşî ji ber ku her diçe belav dibe porê hemû jinan diweşe.
 
'Ji girtîeha Tîpa L a Panosê jî malbat bi gazinc in'
 
Li gotîgeha Tîpa L ya Panosê malbatên ku ji Wanê diçin hevdtîina xizmên xwe diyar kirin ku ji çar hêlan ve li dijî wan lêgerîn tê kirin, heta bi li ser alavên pitikan jî lêgerîn tê kirin û tên desteserkirin. Herwiha malabtan di berdewamiyê de diyar kirin ku ji ber niqaşa di navbera jinekê û gordiyanan de hevdtîina heman jinê bi awayê kêfî hatiye astengkirin.
 
Herwiha hat ragihandin ku malbat di dema ketina hevdîtinê de ku di dorê de dimînin jî li avrêjan av tê qutkirin û malbat ji ber vê jî bi bertek in.