Xizmên girtiyan: Divê efû ji girtiyên siyasî re bê dayin
- 09:15 3 Cotmeh 2018
- Rojane
WAN - Xizmên girtiyan bertek nîşanî pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê aniye meclîsê da û gotin: “Efû divê di serî de ji girtiyên siyasî re bê dayîn. Wê dîsa yên xesp kirine, kaçaxî kirine, hişbir firotine bên berdan. Çawa derkevin wê heman sûcî bikin. Lê girtiyên siyasî ji ber ziman û têkoşîna azadiya xwe di hundir de ne.
MHP ku ev 4 mehe di raya giştî de di mijara efûyê de nebza gel dipîve, dem bi dem jî daxuyaniyan dide û bi vebûna meclîsê re jî pêşnûmeya efûyê dîsa tîne rojevê. Pêşnûme di 24’ê îlonê de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Pêşnûme girtiyên beriya 19’ê Gulana 2018’an dihewîne.
HDP: Em li alî çareseriya mayînde ne
HDP’ê der barê pêşnûmeya efûyê de wiha got: “Ev pirsgirêk bi formulên ji bo carekê ne, divê ji bo çareseriyên mayîn de pêngavên radîkal bên avêtin. Sûcên di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de, binpêkirinên ku telafiya wan tune ye diafirînin.”
Malbatên girtiyan ên Wanê jî bertek nîşan dan û diyar kirin ku efû ji bo firoşkarên hişbir, kaçaxavan û yên xespê dikin dertê, ji bo siyasetmedaran dernayê.
‘Hevjînê min ji bo ziman hat girtin’
Hatîce Aslan diyar kir ku hevjînê wê ji gund diçû bajar, di encama îxbara cerdevanan de hatiye girtin û got: “Li mala me lêgerîn kirin. Lê tiştek nedîtin. Hevjînê min hat girtin du sal şûnde cezayê muebetê danê. Hevjînê min kesek nekuşt. Xesp nekir. Ji bo zimanê xwe hat girtin. Yên zarokan dikujin 5-6 sal radizên û dertên. Lê siyasetmedar rastî cezayên muebetê tên. Hevjînê min nexweş e jî. Xwarinên wî cuda ne. Hevalên wî dibin alîkarê wî. Jiyana xwe wisa didomîne.”
Keça Hîkmet Aslan, Evîn Aslan jî wiha got: “Efû divê ji bo siyasetmedaran bê. Bavê min 19 sal e di girtîgehê de ye. Ji xwe zêde emrê wî nemaye. Qe nebe bila hinek ligel me bimîne. Zirara siyasetmedaran ji civakê re tune ye. Lê yên din wê heman sûcî bikin.
‘Divê efû ji bo siyasetmedaran derkeve’
Hizar Aslan jî ku kurê wê 21 sale di girtîgehê de ye û ji malbatê 4 kesên din jî girtîne, wiha got: “Kurê min du sal bû zewicî bû, hat girtin. Divê efû ji bo siyasetmedaran bê. Ji bo girtiyên edlî efû tê lê çima ji bo siyasetmedaran nayê. Ev 21 sale bêyî sûc di hundir de ne. Wê ji ber nexweşiyan bimirin.”
Fîdan Turgut jî destnîşan kir ku hevjînê wê ev 3 sal e girtiye û got divê ji bo girtiyên siyasî jî efû bê.