Encamên Hilbijartina Hevserokên Rêveberiya Efrînê û Şehbayê hat diyarkirin

  • 18:11 2 Cotmeh 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Di derbarê Hilbijartinên Hevserokên saziyên Rêveberiya Herêma Efrînê û Şehbayê ya ku di li kampa serdem pêk hatibû ji aliyê Komîseriya Bilinid a Hilbijartinan encamên wê li kampa serdem eşkere bû.
 
Di çerçoveya hilbijartinên Hevserokên saziyên Rêveberiya Herêma Efrînê û Şehbayê ya ku di 30 meha îlonê de bi beşdarbûna pêkhateyên ereb û kurd dest pê kiribû, îro bi beşdarbûna 70 kesan jê 53 namzetên Efrînê û 17 namzetên Şehbayê hat eşkerekirin. 
 
Navên rêveberiya Efrînê ev in: Musîra Mele Reşîd, Birîvan Xelîl, Hêvîn Hisên, Fatme Lekto, Şîraz Hemo, Zelox Reşîd, Gulê Cimo, Silêmen Cafer, Bekir Elo, Feêq Ehmed, Îsrafîl Bekîr Mustefa, Ebidil Hemîd El Bekirî, Arêf Şêxo, Ehmed Silêmen Gubek. 
 
Her wiha navên endamên rêveberiya Kantona Şehbayê ev in: Werdê Şêxo, Eyşe El Hisên, Selwa Ecac, Melek Hisên, Muhemed Wêsî, Nedîm Nesan, Muhemed Ehemed Xidiro, Ehmed Hemidu, Hamêd Ristem.
 
Di dawiyê de Hevseroka Meclîsa Fidiral ya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif axivî di destpêkê de serkeftina kesên ku hatin hilbijartin xwest û diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev hilbijartin bibe sedema pêşketin û serkeftinên nû.