Pervîn Buldan: Rizgarkirina şaredariyan ji qeyûman deynê sutiyê me ye

  • 16:02 2 Cotmeh 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di cîvîna koma partiya xwe ya li Meclisê de geşedanên hefteyî nirxand û diyar kir ku ew dê qeyûman bişînin qesrê û şaredariyan ji destê wan derxin. Pervîn bal kişand ser krîza li Tirkiye û wiha got "Sedema krîza siyasî û aborî tecrîdkirina Ocalan û pergala rêveberiya yek zilamî ye. Meclîs bi parlamenterek kêm dest bixebate dike. Leyla Guven girtî ye û dîl hatiye girtin. Ez vê ferasetê şermezar dikim û dixwazin bi lez bê berdan."  Bultan bal kişand ser rewşa Efrinê jî û da zanîn ku piştî Tirkiye ket Efrînê aramî xera bû. 
 
Piştî meclîs di serdema nû de vebû, yekemîn civînên partiyên siyasî pêk hatin. Di hefteya ewil a meclîsê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe pêk anî. Di civina HDP'ê de ji Dayikên Şemiyê Hayriye Dogan, Remziye Bayram, Îrfet Mutaş, Saîme Sebla Arcan Tatlav, Hanife Yildiz û Hanim Tosun, kedkar û nûneren sendîkayan ên bi KHK'ê ji kar hat hatin dûrxistin, Karker Kenan Gungordu û Sinan Yerdelen, Nûnerê Sendîkaya Înşaat Îşê Murat Can Çoban û karkerên Flormarê li salonê amade bûn. Li salonê wêneyê parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û parlamentera HDP'ê ya girtî Leyla Guven vekirin. 
 
Îbrahîm Ayhan nehat jibîrkirin 
 
Di vê hefteyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, nirxandina hefteyê kir û Parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahim Ayhan ku li Hewlerê jiyana xwe ji dest da bibîr anî. Pervîn, anî ziman ku Îbrahim Ayhan têkoşerê demorasiyê bû û ew dê rêya wî bişopinin. Pervîn, da zanîn ku Îbrahîm Ayhan di qada ked û demokrasiyê de ked û têkoşînek mezin da. 
 
Ji bo Leyla Guven bang li meclisê hat kirin
 
Pervîn, bal kişand ser girtina Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî û bang li meclîsê kir û xwest li hemberî girtina Leylayê hestiyar tev bigerin û bêdeng nemînin. Pervîn, anî ziman ku meclis bi parlamenterek kêm dest bi xebatên çêkirina qanûnan dike û wiha got: "Rêzdar û xoşevist Leyla Guven ne di nava me de ye. Ez vê helwest û ferasetê li vir şermezar dikim. Divê bi lez dawî li vê bê hiqûqiyê bînin. Duh serokê melîsê bal kişand ser hebûna jinan a li meclîsê, lê wekîla me ya jin Leyla Guven dîl hatiye girtin. Leyla Gaven nûnera gelan e. Cihê wê ne girtîgeh, cihê wê meclîs e. Ez li vir silav û hezkirinê xwe ji Leyla Guven, hemû şaredar û hevserokan, Selahattin Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kışanak û girtiyên din silav dikim."  
 
'Ev kursî a gel e'
 
Pervîn anî ziman ku her pirsgirêkên Tirkiye kûr dibin erk û berpirsiyariya meclîsê jî zêde dibe û wiha berdewam kir: “Her çend feraseda yekperestî hebe jî dê parlamento bibe cihê ku pirsgirêk lê tên niqaşkirin û çareserkirin. Wekî koma HDP'ê em dê meclîsê bi awayekî herî çalak bikar bînin. Em dê kursiya meclîsê bikin kursiya gel. Em dê bi awayekî çalak meclîsê bidin xebitandin. Em dê hemû neheqî, nelirêtî, pirsgirêk û binpêkirinên mafan li vir bînin ziman.  Em dê li ser navê gel hesab bipirsin. 
 
'Doza Malbata Şenyaşar wê bê şopandin'
 
Pervîn, anî ziman ku wekî HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi serkeftî derketine û 67 wekîl birin meclîsê û wiha lê zêde kir: “Me bi hevre plana AKP’ê ya tasfiyekariyê xera kir. Me destûr neda ku em meclîsê teslîmî wan bikin. Qesrê meclîsa bê HDP dixwest. Lê me destûr neda vê yekê. Gel destûr neda vê yekê. Gel got dê vîna min li meclîsê be. Divê hikûmet û AKP ve yekê baş bixwîne. Divê dersê ji 7'ê Heziranê derxin. Divê ji encama 24'e Hezîranê dersê derxin. Her ku hûn peyama gel rast nexwînin hûn dê gelek hilbijartinên 7' û 24'ê Hezîranê bibînin. Ez li vir zaroken malbata Şenyaşar a Pirsûsê bi hurmetî bibîr tînim. Ji bo kujerên zarokên wan bên dîtin û darizandin em dê heta dawî dozê bişopînin. Em vê sozê didin." 
 
'Em dê qeyûman bişînin qesrê'
 
Buldan, bal kişand ser rewşa Qeyûman jî û destnişan kir ku wê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şaredariyên xwe dîsa ji destê qeyûnan rigzar bikin û wiha lê zêde kir: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze her tiştî bike navendî û bi xwe ve girê bide. Di hilbijartinên herêmî de ji ber nikare bi hilbijartinê bi dest bixe qeyûm tayîn dike. Ji niha de amadekariyên mezin li herêma ku em lê bi hêzin dike. Lê ez bêjim kurd vîna te nas nakin. Ji ber ku tu ji vîna gel nas nake 3u qeyûm tayîn dike. Baş zanibe ku kurd heye. Vîna wan rewa ye. Weki Rosa Luxemburg gotiye 'Em hebûn, em hene û em dê her hebin' Di hilbijartinên herêmî de gel dê namzet û vîna xwe diyar bike û hilbijêre. Ji îro ve em dê şev û roj bixebitin. Em dê di rêveberiyên herêmî de hebûna hêza xwe bêtir mezin bikin. Ew şaredariyên ku we qasp kirine em dê dîsa bistînin û qeyûman bişînin Baxçeye Qesrê. Bila li baxçeyê qesrê qeymeqamiyê bikin. Stendina şaredariyan a ji destê qeyûman deynê sutuyê me ye. Hemû kesên ku demokrasiyê dixwaze çima em bi wan re îtîfaqê ava nekin. Tu astengî li pêş îtîfaqa hêzên aştî, demokrasî û çareseriyê dixwaze tune ye. Ez bang li hemû hêzên demokratîk dikim ku bikin hilbijartina 30'ê Adar, 7 û 24'ê Hezîranê. " 
 
'Sedama krîzê rêveberiya yekzilamî ye'
 
Buldan, bal kişand ser sedema krîza aborî û wiha pêde çû: "Tirkiye di nava kirîza aborî û siyasî de dijî û diçe kûr dibe. Em dizanin ku îktîdar nikare welat bi rêve bibe. Sedema krîza siyasî û aborî ku her diçe kûr dibe rêveberiya yek zilamî ye. Ji ber demokrasî, azadî, edalet, hiqûq û mafê mirovan hatiye tunekirin. Ji ber ku faşizm kirine sazî û bi faşîzmê bi rêve dibin. Berpirsiyarê krîza hundir û derve li şûna bi aştî û demokrasiyê çareser bikin, serî li rêbazên tunî û şer didin. Erdogan dibêje ‘kriz miriz tune' Raste ger ku bi çavê qesrê binere tune ye. Lê bi çavê gel binere krîza herî kûr heye. Li ser sifra gel krîz heye. Ger ku krîz tune be çima her tişt ji sedî sed zem dibe. Xizanî çima zêde dibe. Çima kargerî tên girtin. Gel bedelên giran dide. Karkerên Balafira 3'emîn ji ber ku mafê xwe xwestin hatin girtin. Em diyar dikin ku em wekî HDP'ê li pişt karker u kedkaran cih digirin. Em dê her dem li pişt wan bin. "
 
Divê Îmralî bikeva rojeva CHP'ê
 
Pervîn da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên kriza heyî tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: "Dema em li helwesta dewlet û îktîdarê ya li hemberî îmraliyê dinerin em dizanin ku ber bi kijan alî ve diçe. 3 sal berê pêvajoya çareserî û mzakereyan hebû. Heyetên siyasi bi birêz Ocalan re hevdîtin dikir. Wê demê welat di nava aştiyê û aramiyê de bû. Birêz Ocalan tu carî ji aştiyê tawîz neda. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye têkoşiya. Pêşengî ji têkoşîna demokrasiyê re kir. Lê AKP'ê projeyên Ocalan ên aştiyê ji bo xwe astengî dît û dawî li hevdîtin û muzakereyan anî. Ji 2015’an heta niha tecrîd didome. Ji 1999'an heta niha tecrîd heye. Lê di 3 salên dawî de tecrîd girantir kirine. Ji ber tecrîdê şer dest pê kir. Rejîma qesrê ji bo hebûna xwe li ser piyan bihêle di tecrîdê de israr dike. Ev konseptek pir taybet e. Ji roja tecrîdê dest pê kiriye rîz û alozî zêde dibin. Tirkiye bi darbeyan re têdikoşe. Bi tecrîdkirina Îmraliyê re hemû welat ket bin tecridê. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawi bibe. Tecrîdkirina Ocalan terîdkirina Tirkiyeyê ye. Hemû gelê Tirkiye hatiye tecrîdkirin. Di salên 2013-15'an de aştî û aramî hebû. Mixabin YE jî şirîkê tecrîdê ye. DMME'ê bêyî Tirkiye ev biryar nedaye. TMME û Tirkiye bi hevre ev biryar dan. Piştî Tirkiye 6 meh ceza li parêzerên Ocalan birin DMME biryar da. Ev nêzîkatiya li dijî gelê kurd û Ocalan nîşan dide. Em li her derê li dijî terîdê derdikevin. Ji ber ku tecrîd civakê tîne hemberî hev. Dive her kes li dijî tecrîdê derkeve. Em dê tecrîdê ji her kesî re bêjin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û rengên cuda dikin ku li diîjî tecridê dengê xwe bilind bikin. Em dîsa bang li muxalefeta sereke CHP’ê dikin. CHP li dijî pêvajoya Îmraliyê nikare wekî ku tiştek nebûbe tev bigere. Divê CHP tecrîdê bike rojeva xwe û dengê xwe bilind bike. 3 salin bi tu awayî agahi ji Brêz Ocalan nayê. Divê CHP û her kes li dijî Faşizmê dengê xwe bilind bike. Divê tecrîdê têxe rojeva xwe."
 
'Erka Dewletê dîtina windayan e'
 
Pervîn Dayikên Şemiyê ku li Qada  Galatasarayê çalakiyên wan hatin qedexekirin jî silav kir û wiha got: "25 salin em bi hev re li windayan geriyan. Dayikên Şemiyê hafizaya civakî ya vî welatî ne. Nêzîkatiya li dijî Dayikên Şemiyê, nêzîkatiya li dijî demokrasî, heq û edaletê ye. Nêzîkatiya rûmeta mirovahiyê ye. Di rapora Komîsyona Lêgerîna mafên Mirovan a Meclîsê de jî diyar dike ku AKP  sucên der barê windakirinê qebûl kiriye û bi xizmên windayan re hevdîtin kiriye. Soza dîtina windayan daye malbatan. Lê niha AKP hem dest ji soza xwe berdaye û hem jî destûr nadin ku Dayikên Şemiye çalakiyên xwe pêk bîne. Tu wîcdan vê yekê qebûl nake. Îktîdara ku helwestek wisa nîşanî dayikên şemiyê dide em dibînin ku milê xwe xistiye milê kê. Rêveberiya Qesrê bi taybetî milê xwe xistiye milê Çiller û Agar. Em dîsa dibêjin xwedî derketina çalakiya Dayikên Şemiyê xwedîderketina rûmet, mirovahî, wîcdan û aştiyê ye." 
 
Pervîn helwesta MHP'ê ya Efoyê jî rexne kir û da zanin ku dixwazin efoyê ji bo kesên torbecî û diz û kujerên edlî derxin û wiha bi dawi kir: "MHP dixwaze  bi hevkarê xwe AKP'ê mafya, qaçaxvanê mirovan û dizan efo bike. Bi vî şiklî dixwaze bêtir zextê liser civakê çêke. Li aliyeki vîna gel Leyla Guven  girtî ye, li aliyê din dixwazin diz û çeteyan efo bikin. Ev dê bêtir zerar bide aştiya civakê. Werin em Efoyê j bo Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Tuncer Bakırhan, Bekir Kaya, Gultan Kışanak û girtiyên din ên siyasî niqaş bikin. 
 
'Piştî dagirkirina Efrînê aramî nema'
 
Pervîn, heri dawî bal kişand ser rewşa Efrînê jî û destpîşan kir ku piştî Tirkiye hêza xwe ya çekdari xist Efrînê aramiya civakê xera bû û her roj mirov tên revandin. Pervîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Feraseta ku ji bilî xwe her kesî wekî terorist dibîne YE'ê bi rexistin dike. Bê şerm  di civina NY'e de dibêje 'Divê hemû çekên ku dibin sedema kuştina mirovan divê bên qedexekirin' Li aliyê din çekên S-400 ji Rûsya dikire. Hemû butçeyê j bo çekan xerç dike. Li aliyekî li dijî çekan derdikeve, Lê li aliyê din çekên giran dikire. Dîsa gefan li Rojhilatê Firate dixwe. Em disa dibêjin hemû cihê ku Tirkiye mudaxale neke herêmên bi ewle ne. Lê kengî Tirkiye mudaxale kir ew ewlehiya wê herêmê xera dibe. Berê li Efrînê aramî hebû. Lê pişti Tirkiye ket efrînê aramî xera bû. Her der bû qada şer. Sedema vê yekê Enqere ya piştgiriyê dide çeteyan e. "