Li girtîgehên Herêma Marmarayê binpêkirinên mafan zêde dibin
- 15:37 2 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL – OHP rapora girtîgehên herêma Marmarayê aşkere kir û got li girtîgehan her ku diçe rewş xerabtir dibe û ji rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi fikar in.
Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) “Rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê” yên meha hezîran, tîrmeh û tebaxê bi civînek çapemeniyê li avahiya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûq (TOHAV) ji raya giştî re aşkere kir.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHP’ê Ahmet Baran Çelîk raporê xwend û anî ziman ku spartinên cezayê dîsîplînê yên di meha hezîran, tîrmeh û tebaxê de tên maneya qedexeya binpêkirina îşkenceyê û di binpêkirinan de zêdebûn heye. Di berdewamiya raporê de hat aşkerakirin ku lêgerînên pêk tên bûye pirsgirêka bingehîn a rûmet şikestinê û wiha hat berdewamkirin: “Îbrahîm Koçer li gel ji ber emeliyatê kêlên birîna wî baş nebûye jî li girtîgehê nehat dermankirin. Her wiha ev girtî dîsa felcê lê daye û di bin şertên giran ê girtîgehê de jiyana wî di bin talûkeyê de ye.”
'Pêkanîn di asta îşkeceyê de ne'
Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehên Jimara 2’an û Tîpa T a Jimara 2’an ên Tekîrdagê dema girtî diçin nexweşxaneyê û tên û diçin edliyeyan û tên rastî hemû pêkanînan tên û ji ber pêkanînên li wan girtîgehan gihîştine asta îşkenceyê ji jiyana girtiyan bi xeter e. Herwiha di raporê de bal hat kişandin ser rewşa girtiya trans Buse ya li Girîgeha Tîpa F a Tekîrdagê û hat aşkerakirin ku ji ber nasnameya wê ya zayendî rastî her cûre muameleya xerab hatiye.
'Bi zanebûn tecrîdê pêk tînin'
Di rapora OHP'ê de hat destnîşankirin ku xwendekarê zanîngeha Egeyê Nurullah Semo yê li Girtîgeha Boluyê 5 meh in tê tecrîdkirin û wiha hat gotin: “Hemû nebaşiyê tînin serê Semo. Wî nabin revîran. Girtî li dijî rewşê gazinên xwe kiriye û gardiyanan lê xistine. Ev girtî bi awayek zane û taybet tê tecrîdkirin.”
'Grava îmraliyê di xeterê de ye'
Di raporê de bal hat kişandin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din jî tên tecrîdkirin û ev tişt hat gotin “Mafê parêzer û malbatan ê hevdîtinê bi temamî ji binî ve hatiye rakirin. Platforma me û hin rêxistinên civakî yên sivîl gellek caran aşkere kir ku ew ji rewşa li grava Îmraliyê bi xetere ne. Hemû şertên Girtîgeha Îmraliyê rewşê datîne ber çavê mirov.”
Bi raporê hat aşkerakirin ku Şehmuz Azun ê li Girtîgeha Sîlîvrî Jimara 9’an bi tena serê xwe li hucreyê ye û nahêlin biçe cem girtiyên hevalê xwe û bi yek endamê DAIŞ’ê re tê ragirtin.
'Dermankirina kelepçekirî didome'
Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehan yek ji prisgirêkên bingehîn jî ew e ku mafê tenduristiyê qet ji bo wan nayê nasîn û got: “Hêj li girtîgehan muayenekirina kelepçekirî li girtiyan tê ferzkirin.” Çelîk anî ziman ku girtiyê bi navê Hakan Zeydan ê berçavka wî hat şikandin bi boneya tedawiya kelepçekirî spartinê û wî j qebûl nekiriye û girtî ji ber vê yekê bê berçavk jiyana xwe dewam dike.
' Hevdîtina parêzeran digirin bin qeydê'
Di raporê de hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Gardiyan bi cîhazên qeyda dengê hevdîtinên parêzeran qeyd dikin. Bi OHAL’ê re înfazên girtiyan dişewitîn û înfaza gelek girtiyan hatiye şewitandin. Ji bo girtiyên siyasî vê yekê dikin. Bi taybetî girtiyên dîroka berdana wan nêz bûyî înfaza wan dişewitînin. Ji ber cezayên dîsîplînê yên keyfî û ne hiqûqî înfazên girtiyan dişewitînin. Rayedarên girtîgehan bi cezayên dîsîplînê, ceza dinava cezayan de li girtiyan dibirin.”
'Ji ber strana kurdî ceza hat birîn'
Di raporê de derbarê cezyê disîplînê de jî ev tişt hat gotin: “Ji ber ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Kirklarelî hejmara li ser piyan qebûl nakin, di her hejmarê de rastî cezayên dîsîplînê yê ne derketina hevdîtinê tên. Li girtîgeha Kandirayê jî kamera bi baxçeyên qewiş û qadên hevpar ve hatine kirin û rayedarên girtîgehê girtiyan di van kameran de dişopînin. Girtiyên li ser van kameran digirin rastî cezayê disîplînê tên. Dîsan li Girtîgeha Tîpa F a Bolu yê jî, ji ber cezayê disîplînê girtî nayên berdan û berdana wan tê astengkirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê jî, cezayê disîplînê yên li girtiyan hatine birîn dereng tên dayîn. Ji bo ku berdana wan asteng bikin. Di Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepe de jî, ji ber stranên Kurdî cezayê disîplînê ji bo girtiyan hatiye dayîn. Di heman demê hin girtî hene dinava mehekê de sê caran hatine sîrgûn kirin û sewqî sê girtîgehên cuda kirine.”
Di raporê de hat gotin ku hejmara girtiyan ên li qawîşan, kapasiteyên qawişan derbas dike û rapor wiha hat bidawîkirin: “Li girtîgeha Sîlîvrî hejmara girtiyên li qawîşan dimînin, kapasiteyên qawîşan derbas dikin. Hejmarek pir zêde li hucre û qawîşan bi cih dikin. Qawîşên kapasiteya wan 7 bin, 28 kesan li wê qawîşê bi cih dikin. Ji ber hejmara zêde ya qawîşan, girtî zor û zehmetiyan dikişînin.”