Hat îdakirin ku ew ê îro Zeynep Sekaanvand bê darvekirin

  • 12:34 2 Cotmeh 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efoya Navneteweyî /Amnesty İnternational (AI), diyar kir ku Rejîma Îranê dê îro Zeynep Sekaanvand ku rastî tundiya hevjînê xwe hat û ji bo xwe biparêze hevjînê xwe kuşt, darve bikin. 
 
Rêxistina Efoya Navneteweyî /Amnesty İnternational (AI), têkildarî rewşa Zeynep Sekaanvand ku rastî tundiya hevjînê xwe hat û ji bo xwe biparêze hevjînê xwe kuşt, agahî da û xwest rayedarên Îranê mahkûmiyeta Zeynebê fez bikin. AI, ji rayedarên îronê xwest ku Sekaanvand li gorî rêgezê edaleta zarokan darizînin. AI, îdîa kir ku Zeynep Sekaanvand a 24 salî dê îro ji aliyê Rejîma ÎRanê ve bê darvekirin û ji rayedaran xwest biryara darvekirinê paşve bikişînin. 
 
 Li ser navê Rêxistina Efoya Navneteweyi, Dîroktorê Parastin û Lêkolina Efrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn Philip Luther, daxuyanî da û diyar kir ku Zeynep Sekaanvand dê îro bê darvekirin. 
 
Zeynep Sekaanvand kî ye?
 
Zeynep Sekaanvand a ku 24 salî ye û li Urmiyeyê di girtîgehê de ye, di 1'ê cotmehê de ji odeya lê hatiye girtin û ji bo ku ji înfazê re amade bikin girtine hucreya yek kesî. Zeynep 29'ê Îlonê de, ji bo testa ducanîbûnê birin klînîka tendirustiyê ya girtîgehê, ecama testê neyînî derket. Piştre rêveberiya girtîgehê bi malata Zeynebê re ket têkiliyê û got ku ewê cezayê Zeynebê bê înfazkirin. Rêveberiyê xwest ku ji bo hevdîtina dawî ya bi Zeynebê re malbata wê di 1'ê Cotmehê de biçin girtîgehê.