'Li Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didome'

  • 10:28 2 Cotmeh 2018
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Husên derbarê rewşa Şehbayê ya dawî de anî ziman ku berxwedana gel qet bi dawî nabe û got:"Li dijî hişmendiya dagirker hêz û têkoşîna em didome. Li Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didome."
 
Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefda Husên derbarê rewşa Şehbayê ya dawî de bi lêv kir ku plan û lîstikên qirêj ên desthilatdar û dagirkeran dê negihêje armanca xwe û got:"Neyarên demokrasî û aştiyê bi her cureyê rengên şîddetê êrîşî gelan dikin. Ew ê di nava lîstikên xwe ên qirêj de bifetisin û negihêjin armanca xwe."
 
Wefa Husên diyar kir ku ew tu carî serî natewînin û got:"Dagirker bi şerê xwe yê taybet dixwazin gelê Şehbayê bitirsînin. Lê gelê li Şehbayê li dijî hemû cureyên lîstêk û planên qirêj ên dagirkeran soza berxwedanê didin. Çawa ku gel li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe da û serkeftinên mezin bi dest xistin dê li dijî dagirkeran jî li berxwe bidin."
 
'Li Şehbayê jiyan bi tevgerek komînal didome'
 
Wefayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çeteyên ku wekî leyistokan ten bikaranîn dê dîsa bi hêza gel têk biçin. Gelê Şehbayê niha di nava têkoşînekê de ne û ew ji bo êdî çete neyên wan qetil neke, dest nedin ser malên wan û axa wan, li ber xwe didin.  Li Şehbayê jiyan bi tevgerek komînal didome û li dijî dagirker û çeteyan têkoşînek hevpar tê kirin. Li dijî hişmendiya dagirker hêz û têkoşîna em didome. Li Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîna jiyanê didome. Neyarên demokrasî û aştiyê bi her cureyê rengên şîddetê êrîşî gelan dikin. Ew ê di nava lîstikên xwe ên qirêj de bifetisin û negihêjin armanca xwe."