Încî Hekîmoglu:Pergala yekperest jin û zarokan dike hedef
- 09:16 2 Cotmeh 2018
- Rojane
ÎZMÎR- Rojnameger Încî Hekîmoglu diyar kir ku di rejîma nû ya AKP hewl dide ava bike de ewil jin û zarok hedef tên girtin û dixwazin ji ser jin û zarokan vê civakê bi teşe bikin. Înciyê got: “Divê em wek muxalefet nekevin şaşiya beriya 80’yan. Divê em xwe bigihînin hemû aliyan û hemû jiberan xera bikin.”
Rojnameger Încî Hekîmoglu polîtîkayên der barê jin û zarokan de yên rejîma nû a AKP’ê nrixand û diyar kir ku hewl tê dayîn civakek îslamî ya serî ditewîne û radîkal ava bikin.
‘Jin û zarok hedef tên girtin’
Încî destnîşan kir ku piştî 12’ê Îlonê şûnde wek berdewama polîtîkayan serokomar Tayyîp Erdogan hewl daye bibe lîderê nifşê kesk yê Rojhilata Navîn û di çarçoveya vê projeyê de jî bi taybet jin û zarok hedef girtiye. Înciyê bi lêv kir ku AKP ya bi tifaqa Rojava û DYA’yê hatiye desthilatdariyê wek modela ‘rejîma îslamî ya nerm’ hatiye pêşkêşkirin û ji sala 2010’an şûnde jî gelek qanûn derxistiye.
‘Terîqat bi lez xwe rêxistin dikin’
Înciyê wiha berdewam kir: “Tarîkatên ku AKP piştgiriyê dide, li taxên derveyê bajaran jî bi lez xwe rêxistin dikin. Ev tarîkat bi qasî ku dikarin deynê qerta krediya şêniyên taxê bide, xwedî hêzin. Meleyên ku dewletê peywirdar kirine bi pêşnûme qanûn û qanûnan tên xurtkirin. Ev hemû jî armanc dikin ku jinê ji qada aborî û civakî dur bixin.”
‘Xizanî gel neçarî Îmam Hatîban dike’
Înciyê her wiha balkişand ser asta perwerdehiyê û wiha got: “Bi dehan carî gotin ‘hewcedariya vî welatî bi şagirtan heye’. Niha jî zarokên wan li dibistanên herî baş yên derveyê welat dixwînin û zarokên xizanan jî neçarî Îmam Hatîban dikin. Zarokên ji wir mezun dibin hem ji xwendina xwe tiştekî fêm nakin hem jî di formata olî de derbas dibin.”
Încî anî ziman ku AKP û hevkarê wê ekîba Avrasyayî ketiye tengezariyê û got: “ Tifaqa ku ewil bi Cemaata Fettullah gulen re hatiye kirin bi pere û pevçûna desthilatdariyê qedyaye û kêmasiya kadroya hatiye avakirin jî Avrasyayiyan yên bi Balyoz û Ergenekonê hatiye tasfiyekirin ji nûve hatiye tijekirin. 23 heb tayînê fermandiyan hatin kirin. Di vê navberê de têkiliya wan ji DYA û rojava qût bû. Erdogan di mijara Suriyeyê de heta hedefên xwe yên polîtîkayên derve bi Avrasyayiyan re tifaq ava kir. Lê niha ketiye tengezariyê.”
Înciyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dewleta nû ya bi OHAL’ê hatiye avakirin li bajarên Kurdan hevşaredar girtine û li şûna wan qeyûm tayînkirin û bi tayînkirina qeyûman re jî ewil saziyên jinan hedef hatine girtin.