Di perwerdeyê de dema nû
- 09:11 2 Cotmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Seroka Şaxa Hejmara 3'emîn ya Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak diyar kir ku bi ‘Pergala Bicihkirina Mahalî ya Bê Ezmûn û Herêma Perwerdeyê’ 300 hezar xwendekar ji derve mane û bi vê re jî gelek dibistan kirine lîseyên pir bername û got: “Di pêvajoyek wisa de rakirina perwerdeya tevlihev jî di esasê de ji bo 300 hezar xwendekarî bersiva ‘Hûn neçûn lê dibistanên hûn ê biçin jî em ê bînin vî halî’ hatiye dayîn.”
Di dema perwerdehiya nû de 300 hezar xwendekar bi ‘Pergala Bicihkirina Mahalî ya Bê Ezmûn û Herêma Perwerdeyê’ re bi rakirina xala ‘li Lîseya Anadolu ya pir bername, pîşeyî, li Navendên Perwerde û Teknîkî û Navendên Perwerdehiya Pîşeyî perwerda tevlihev têkirin’ dest pê kir û mamoste, xwendekar û malbat bi fikar in.
Seroka Şaxa Hejmara 3'emîn a Egîtîm Sen a Stenbolê Ayfer Koçak diyar kir ku xwendekarên ji derve mane jî li şûna biçin Îmam Hatîban neçûyînê tercîh dikin û got: “Ev xwendekar lîseyên Anadolu û akademîk tercîh dikin. Dibistanên pîşeyî jî vala man. Îmam Hatîp jî vala man. Li gelek bajaran kontenjanên lîseyên pîşeyî vala mane.”
‘Îmam Hatîp zêde bûne nîqaşa perwerdeya tevlihev tê kirin’
Ayferê destnîşan kir ku piştî 300 hezar xwendekar ji derve mane bicihkirinên duyem, sêyemîn û çaremîn hatine kirin û got: “Di dema bicihkirinan de jî gelek dibistan kirine dibistanên pir bername. Lîseyên pir bername jî wek lîseyên akademîk, lîseyên pîşeyî, Îmam hatîp û Anadolu tije bûne. Di pêvajoyek wisa de rakirina perwerdeya tevlihev jî di esasê de ji bo 300 hezar xwendekarî bersiva ‘Hûn neçûn lê dibistanên hûn ê biçin jî em ê bînin vî halî’ hatiye dayîn.”
Ayferê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi guherîna nû ya hatiye kirin re şerta vekirina îmam hatîban bi giştî ji holê hatiye rakirin û got ev rewş ji bo vekirina lîseyên Anadolu zehmetir bûye. Her wiha Ayferê ji ber van hemû pêkanînan xwendekar û malbat direvin û di salên dawî de ji sedî 295 dibistanên tayet zêde bûne.