‘Divê jin li dijî zîhniyeta serdest ligel TJA’yê têbikoşin’
- 09:09 2 Cotmeh 2018
- Rojane
WAN - Ji TJA’yê Edîba Bakur diyar kir ku li dijî şîdeta mêr bi amadekariyek mezin dikevin dema nû û bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdetê ligel TJA’yê têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin.
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî şîdeta li ser jinê amadekariya dema nû ya tije çalakî û bername dike. Hevseroka HDP’a Îpekyola Wanê ku yek ji pêkhateya TJA’yê ye Edîbe Babur bi lêv kir ku desthilatdarî bi hinceta OHAL’ê şîdetê dimeşîne û got: “Tevî hemû zext û tûndiyan jinan kolan terk nekirine û li dijî her cureyê şîdetê bi rêxistinbûnê bersiv daye.”
‘Gotinên şîdetê kuştinên jinan daye berdewamkirin’
Edîbeyê destnîşan kir ku qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûne hemû qezencên jinan tune kirine û zimanê şîdetê yê di daraz û siyasetê de kuştinên jinan rewa kiriye. Edîbeyê wiha berdewam kir: “Di dema OHAL’ê de bi hezaran jin hatin girtin. Bi hezaran kedkar ji karê xwe bûn. Bi awayekî fermî OHAL rabibe jî hîna berdewam dike. OHAL li herêma me didome. Em wek gel jixwe ne biyaniyê OHAL’ê bûn. Piştî OHAL’ê jî ji bo me tiştek neguherî. Me wek jinên rêxistinkirî têkoşîna xwe berdewam kir. Em ê bidomînin jî. Em ê li dijî her cureyê şîdeta zîhniyeta serdest a mêr şûnde gavê navêjin.”
‘Bila jin bi TJA’yê têkoşîna xwe bidomîne’
Edîbeyê da zanîn ku heta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li ser Jinê gelek bername û çalakî danîne pêş xwe û û got heta vê pêvajoyê wê li qada bin.
Edîbeyê di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku di TJA’yê de têkoşîna xwe bidomînin.