Ceren Bîlen: Zîhniyeta xwe biguherînin

  • 09:05 2 Cotmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Egîtîm Sen'a Nisêbînê û mamosteya polê Ceren Bîlen derbarê pergala perwerdeya tevlîhev dê  bê gûhertin û nakokiyên di pergala perwerdeyê ya li Tirkiyeyê  de axivî.  Ceren, got ku li şuna dixwazin pergala perwerdeya tevlihev biguherînin, bila pêşî zihniyeta xwe ya nijadperest û zayendperest  biguherînin.
 
Piştî ku AKP hat îktîdarê û virde gelek tişt guhertin û ji van qadên ku guhertin lê hat kirin yek jê jî qada perwerde yê ye. Bi hatina AKP’ê pergala perwerdeyê gelek caran hat gûhertin û vê guhertinê bi xwe re zayendperestî û mîlîtarîzm jî anî. AKP'a ku her salê di qada perwerdeyê de guhertinan dike vê carê jî bi riya  Wezareta Perwerdehiya Mîllî di Rêziknameya Vekirin, Girtin û Naveroka Saziyê de guhertin kir û bi vê re li lîseyên Anadolu pişeyî û teknîkî pergala perwerdeya tevlîhev de dixwaze guhertinê bike. Ev jî tê wê wateyê ku zarokên keç û kûr wê li polen cûda perwerdê bibînin. Endama Egîtîm Sen'a Nisêbînê û mamosteya polê Ceren Bîlen derbarê pergala perwerdeyê de axivî.
 
Ev  pirsgirêka zîhiniyetê ye
 
Cerenê, got ku rakirina pergala perwerdeya tevlîhev ji nîqaşan re vekirî  nîne û wiha got: “Bi guhertina vê pergalê re bingehê ji hevqutkirina civakê tê danîn. Ji bo zayendperestiya di nava civakê de bê pêşxistin, di pergala perwerdehiyê de ev gav tên avêtin. Perwerde û ciwan ji bo vê civakê gellek girîngin û ji ber vê jî dixwazin bi riya ciwan û perwerdeyê  pergaleke li gorî zîhiniyeta xwe a zayendperet û yekparêz ava bikin. "
 
‘Em bi salanin li dijî gûhertina pergala perwerdehiyê dertên’
 
Ceren, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ew wek Egîtîm Sen'ê bi salane têkoşîna gûhertina pergala perwerehiyê ya nijadperest didin û wiha bi lêv kir: “Em bi salane li dijî gûhertina pergala nijadeperest ku nayê guhertin têdikoşin û em ji bo zarok û ciwanên her neteweyekî ku li ser vê erdnîgariyê dijîn perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Di serî de dayik û bavên zarokan li ser perwerdehiya zarokên xwe divê lêkolîn bikin û ji bo ku zarokên wan bi awayê bi rêk û pêk û bi zimanê dayika xwe bên perwerdekirin têbikoşin. Ger ku bêdeng bimînin wê ev mijar gellek mezin bibe û rewşeke xirabtir derkeve holê. Bi sedan zarokên kurdan hene û bi vê pergala perwerdeyê yê ya nijadperest re rûbirû dimînin. Ji bo vê jî ger ku pêwist bike divê ji bo vê têkoşîneke mezin bê dayîn..”
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Ceren, di dawiya axaftina xwe de got ku armanca hikûmetê ew e ku pergala zayendperest û nijadperest ya ku li ser civakê ferz kiriye di qada perwerdê de jî pêş bixe û ev tişt got: “Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe bernedin û çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û mezin bikin.”