'Me navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kir ku her bijî'
- 09:03 2 Cotmeh 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê yên ku navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kirine diyar kirin ku Arîn Mîrkan şopa heqîqetê ye û gotin:"Me navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kir ku her bijî. Ew ê wekî stêrkek geş her di dilê me û yên zarokên me de bijî."
Arîn Mîrkan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê çalakiya fedaî kiribû û navê xwe di nava rûpelê dîrokê de nivîsand. Jinên ku li ser şopa Arîn Mîrkan dimeşin û navên zarokên xwe kirine Arîn Mîrkan gotin:"Me têkoşîn û berxwedana Arîn Mîrkan ji bo xwe mînak girt. Lehengên wekî Arîn Mîrkan divê neyê jibîrkirin û xwedî li têkoşîna wan bê derketin."
Jina bi navê Gêrîla Mihemed Elî ku navê Arîn Mîrkan li zaroka xwe kiriye diyar kir ku ew ê her navê Arîn Mîrkan bide jiyandin û got:"Dema ku Arîn Mîrkan çalakiya fedaî li dar xist û şehîd ket ez hîn ducanî bûm. Ez gelekî di bin bandora lehengiya Arîn Mîrkan de mam û min got heger zaroka min keç be ez ê navê Arîn Mîrkan li keça xwe bikim. Ji bo em her dem rihê têkoşîna lehengên mîna Arîn Mîrkan û navên wan bidin jiyandin divê em her di nava hewldanê de bin. Ji bo zaroka min jî bibe xwedî kesayetek mîna Arîn Mîrkan min navê wê lê kir. Heta dawiyê em ê şopdarê rêya kesayetên wekî Arîn Mîrkan bin û navê wan li zarokên xwe bikin."
'Me navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kir ku her bijî'
Bêrîvan Xelîl a ku navê zaroka xwe kiriye Arîn Mîrkan anî ziman ku Arîn Mîrkan ji bo wan sembola azadiyê û têkoşînê ye û got:"Arîn Mîrkan ji bo gelê Kurd xwe feda kir. Wê hêviya dilê gelan a azadiyê û serkeftinê geş kir. Min jî loma navê zaroka xwe kir Arîn. Dema ku ez gazî keça xwe dikim û dibêjim Arîn wê demê rihê Arîna leheng em ji nêz ve hês dikin. Me navê Arîn Mîrkan li zarokên xwe kir ku her bijî. Ew ê wekî stêrkek geş her di dilê me û yên zarokên me de bijî. Me têkoşîn û berxwedana Arîn Mîrkan ji bo xwe mînak girt. Lehengên wekî Arîn Mîrkan divê neyê jibîrkirin û xwedî li têkoşîna wan bê derketin."