Jinên HDP'î bi malbatên girtiyan hevdîtin pêk anîn
- 15:34 1 Cotmeh 2018
- Rojane
AMED - HDP'ê bi malbatên ku ji bo hevdîtinê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê disekînin hevdîtin pêk anî.
Endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filiz Buluttekin, Saliha Aydeniz, Remziye Tosun bi malbatên ku ji bo hevdîtinê li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê disekînin hevdîtin pêk anîn. HDP'yên ku bi malbatan re hevdîtin pêk anîn li pirsgirêkên malbatan û girtiyan guhdar kirin.