Ji bo serbestberdana Leyla Guven serlêdan hat kirin

  • 14:39 21 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Piştî parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu hat berdan, parêzerên Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven  ji bo berdana Leylayê serlêdan kirin. Prz. Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ligel biryara emsal hêj Leyla girtî ye û neberdana Leylayê biryara siyasî ye. 
 
Dadgeha Bilind ji bo Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu yê di çarçoveya doza TIR’ên MÎT’ê de ceza lê hat birîn, biryara berdanê da. Dadgeha Bilind, bi hinceta Enîs Berberoglu ji Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Stenbolê dîmenên TIR’ên MÎT’ê ji bo Can Durdar birine, 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê erê kir. Lê Dadgeha Bilind, biyara heya parlamenteriya Enîa Berberoglu bi dawî bibe, cezayê wî bê taloqkirin da. Piştî biryarê Enîs Berberoglu ji Girtigeha Maltepe derket. Piştî Enîs Berberoglu, parêzerên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven serî li dadgehê dan. Parêzerên Leyla Guven wê serî li dadgeha bilind dan. 
 
Parêzera Leylayê Reyhan Yalçindag diyar kir ku muwekîla wê Leyla Guven ji 31'ê çileya 2018'an de girtî ye. Reyhanê, xwest berdana Ens Berberoglu wekî biryara emsal bê dîtin û Leyla Guven jî bê berdan. Reyhan, serî li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da û berdana Leyla Guven xwest. Reyhan Yalçindag, anî ziman ku Leyla li dijî qanûn, hiqûq û Qanûna Bingehîn girtî ye û xwest muvekkila wê bê berdan. Reyhanê, anî ziman ku heta niha girtina Leylayê biryarek siyasî ye û ger ku neyê berdan li dijî xala 67'an a Qanûna Bingehîn e. Reyhan, da zanîn ku dîsa li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewpora (DMMP) ye. Reyhanê, destnîşan kir ku girtina Leyla Guven mudaxaleya vina gelê Colemêrgê ya siyasî ye.