‘Girtina kampa Midyadê ji bo me fermaneke nû bû’

  • 09:02 21 Îlon 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinên êzîdî ku piştî ji Kampa Penaberan a AFAD'ê hatin derxisin û bi derfetên xwe li navçeya Mîdyata Mêrdînê bi cih bûne anîn ziman ku çûyîna wan a kampên din li Tirkiyeyê û li nav ereban ji bo wan Fermaneke nû ye û ji ber wê piştî ku ji kampê hatine derxistin li Midyadê li gel zor û zahmetiyên mezin bi derfetên xwe bi cih bûne û têkoşîna jiyanê didin.   
 
Piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir û li wir fermana 73’yan li dijî êzidiyên kurd pêk hat, gellek êzîdî hatin kuştin. Jinên êzîdî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Piştî vê komkujiyê kurdên êzîdî ji ber şerê Şengalê beriya sê salan bere xwe dan Tirkiyeyê û bi jiyaneke zahmet re rûbirû man. Êzîdiyên ku ji Şengalê hatin pêşî di Kampa AFAD’ê ya Amedê de hatin bicihkirin û du salan di vê kampê de man. Piîtî bi du salan jî  ew şandin Kampa AFAD’ê ya Mîdyada Mêrdînê. Êzîdî salekê jî di vî kampê de man. Lê piştî Miduriyeta Giştî ya Îdareya Taybet a Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir biryar da ku 5 kampên penaberan ên li Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê bên valakirin û penaberên li wan kampan veguherînin kampên Hatay, Kîlîs, Riha û navçeyên Rihayê Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê, êzîdiyan nexwastin biçin wan kampan û bi derfetên xwe li Mîdyatê bi cih bûn. Jinên êzîdî ên li Midyadê bi cih bûne ku bi gelek zahmetiyan re rûbirû ne diyar kirin ku şandina wan a kampên li Tirkiyeyê û li nav penaberên ereb ji bo wan fermaneke nû ye.    
 
Jina êzîdî Xatî Ene(60),  di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşa  li Şengalê pêk hat kir. Xatî, anî ziman ku wê demê li ser Şengalê êrîşên dijwar hatin kirin û wiha berdewam kir: “Bi hezaran jinên êzîdî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin, rastî tecawizê hatin û di bazaran de  hatin firotan. Li Şengalê kevir li ser kevir nehîştin. Xaniyên me hemû hatin hilweşandin û em li çolan man. Ji bo ku çeteyên DAÎŞ'ê  êrîşê me nekin û zirarê nedin me em neçar man ku  Şengalê biterikînin û ji sînoran derbas bibin. Em 24 rojan bi nigan meşiyan û hatin Tirkiyeyê. Piştî ku em hatin Tirkiyeyê em hatin Amedê û li wir di kampê de man. Em di kampa Amedê de 2 salan man û piştre me anîn kampa Mîdyadê. Ev salek e jî em di kampa Mîdyadê de ne. Dema em di kampa Mîdyadê de bûn em bi gelek zoar û zahmetiyan re rûbirû man. Em di konan de dijiyan û dema zivistan dihat  ji bo me gellek zehmet bû. Ji ber ku di konan dema me sobe pêdixist konên me dişewitîn. Gellek zehmetiyên bi wî awayî me kişandin. Mirov nizane ku çawa behsa wan zehmetiyan bike.”
 
'Ji bo me fermaneke nû'
 
Xatî, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku  biryar hatibû dayîn wan bişînin kampên cuda û wan jî qebûl nekiriye û wiha bi lêv kir: “Em nikarin bi ereban re di heman kampê de bimînin. Ev jî ji bo me fermanekî nû ye. Di fermanên ku hatin kirin de bi hezaran êzîdî hatin kuştin. Dewlet îro dixwaze fermaneke nû li serê me rake? Di kampên ku erep tê de dijîn ewlehiya canê me tune ye. Lewra jî me biryar da ku em neçin kampên  erep tê de ne. Em niha bi derfetên xwe li vir bi cih bûne. Me niha ji xwe re xanî girt û hêdî hêdî bi cih dibin. Lê şert û mercên me gelek zahmet in. Em di vî xaniyê ku me kirê kiriye de 14 kes dimînin. Kêmasiyên me gellek zêde ne em nizanin em ê çawa çareser bikin. Lê heta ji destê me bê em naçin kampên ku ereb lê ne.”
 
‘Ev sê salin ez tim diçim nexweşxaneyan’
 
Xatî, diyar kir ku piştî ji şerê Şengalê reviyane  û hatiye Tirkiyeyê nexweşiya qurcikan lê peyda bûye û wiha behsa nexweşiya xwe kir: “Ev sê salin ez tim diçim nexweşxaneyan û dikevim diyalîzê. Bijîjkan ji min re gotin ku divê tu emeliyat bibî û pêwîst e qurcikên nû ji bo te bên dîtin. Lê ji bo emeliyatê û neqla gurçikan di serî de divê pere hebin û ew jî tune ye. Derûniya zarokên me xira bûye, li van deran. Em tu carî Şengalê ji bîr nakin.”
 
‘Em jî dixwazin ku wek civakên din rehet bijîn’
 
Jina bi navê Nesrîn a ku nexwast paşnavê xwe bibêje jî got ew tu carî wek civakên dinê nejiyane û jiyana wan tim di nava şer de derbas bûye. Nesrînê, bi bîr xist ku bi salane dewletan li dijî êzîdiyan komkujî pêk anîne û şer dane destpêkirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi salane êzidî di fermanan re tên derbaskirin û gelekên wan hatin kuştin  Em dixwazin ku êdî gelê cihanê dengê me bibihîze. Em jî dixwazin ku wek civakên din rehet bijîn û dengên xwe bidin bihîstin..”