Kongireya Star bi mijara kuştina jinan civîn li dar xist

  • 13:03 20 Îlon 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Rêxistina Kongereya Star derbarê mirina jinan a bi guman ya wekî întîhar û kuşitina jinan de bi saziyên xweser re civîn li dar xist. 
 
Rêxistina Kongereya Star derbarê mirina jinan a bi guman ya wekî întîhar û kuşitina jinan de bi saziyên xweser re li Mala Jinê ya li Kobanê civîn li dar xist. 
 
Di cîvîna ku hat lidarxistin de bi dehan ji endam û rêveberiyên saziyên xweser yên wekî  Mala Jinê, Rêxistina Sara, Rêveberiya Xweser, Jineolojî, Desteya Jinê, meclis û komînên bajar navçeyên Kobanê li salona Mala Jin ji bo nîqaşkirina rewşa jinê, kuştin û mirina bi gûman a jinan  civiyan.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê li ser navê Kongereya Star Almaz Romî axvî û diyar kir ku beriya Şoreşa Rojava bûyerên bi gûman ên wekî întîharkirina jinan zêdetirbûn. Ji ber ku ne Mala Jinê hebû û ne jî rêxistina jinê hebû û wiha berdewam kir:” Ev buyerên ku di bin navê xwekuştinê ku diqewimin ji bo bên çareserkirin em ê xwe bi gihînin hemû jinan.”
 
Paşê endama Desteya Jinê Firyaz Berkel derbarê sedema întîharkirina jinan de agahî dan û wiha got: " Ji ber zilma mêr, neperwerekirin, zewaca di  temenê bi çûk de û ne naskirin hêza xwe jin bi întîharê re rûbirû tên hiştin. Ji bo ku em van bûyeran rawestînin çi ji destê me bê em ê bikin."
 
Civîn bi nîqaş û dirûşma, "jin jiyan azadî" bi dawî bû.