Jina hat îdakirin di laşê wê de şarbon hatiye dîtin jiyana xwe ji dest da

  • 11:43 20 Îlon 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Koserê jina bi navê Azîze Daglik ku hat îdakirin di laşê wê de şarbon hatiye dîtin jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina 64 salî Azîze Daglik li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.  Azîze berî bi 9 rojan ji ber zeîfbûna dil û zatureyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qosera Mêrdînê sewkî nexweşxaneyeke taybet hatibû kirin. Di lêkolîna derbarê tendirustiya Azîzeyê de hat kirin hat aşkerakirin ku di laşê wê de şarbon hatiye dîtin û ji bo vê ji Wezareta Tendirustiyê û Mudiryeta Tendirustiya ya bajara re agahî hatibû dayîn.
 
Wezareta Tendirustiyê jî di daxuyaniya ku da de diyar kiribû ku di lêkolîna hatiye kirin de di laşê Azîzeyê de nexweşiya şarbonê nehatiye dîtin. 
 
Azîze îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.