Zewaca di temenê biçûk de qetilkirina zarokan e

  • 10:24 20 Îlon 2018
  • Rojane
HESEKÊ- YJC'a  bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê zewaca zarokan şermezar kir ku got ku zewca zarokan qetilkirina zarokan e.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi armanca şermezarkirina zewaca temenê biçûk daxuyaniyek li ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava da. YJC'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xeteriya zewaca zarokan û got ku ew zewca di temenê biçûk de şermezar dikin û ew ê heta dawiyê li dijî vê zewacê têbikoşin.
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de Endama YJC'ê dîlber Ahmed xwend û wiha got: "Zewaca di temenê biçûk de qetilkirina zarokan e. Zewaca  zarokan li Kurdistan û bakurê Sûriyeyê pirsgirêka civahê ya sereke ye. Em wekî jinên ciwan ji Zewaca di temenê biçûk de ku tê kirin re dibêjin na.  Di zewacê de ger vîna kesên ku dizewcin li ber çav neyê girtin ew zewac têkçûn e. Em vê zewaca di temenê biçûk de şermezar dikin û heta dawiyê em ê li dijberî wê têbikoşin."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman hat bidawîkirin