ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2018'AN
- 09:00 20 Îlon 2018
- Rojev
*Zarokatiya li penaberiyê bu ciwaniya li lutkeya çiyan. Kelecana hesreta Botanê bu xweragirtina li Çarçella, bilindahî û bedewiya Çarçella giha lutkeya Cîloyan. Vê rêwîtiya bê sekin di 21'ê Îlona 2009 an de Çemçû kir warê xwe yê bê dawî. Hemû heskirina jiyanê, bêrikirina Botanê, bedewiya Çarçella û bilindahiya Cîlo li turikê xwe de kom û li ser xaka Çemço bi ava Şîn û Basya de rijand dakû bigehê ser ruyên Xurbetên bibin şopdarên wê. Ji pênûsa jinê
*Jinên êzidî yên şengalê ku dagirkirina Efrînê şermezar kirin diyar kirin ku Efrînê ne bi tenê ye û Şengalê hata dawî li pişta wê ye. DÎMEN HEYE
*Doktora zayînê Esma Seyîd Remedan, derbarê emeliyata sezeryanê de agahî dan û wiha got "Heya em wekî doktor nebînin ku jiyana dayik û zarokê dikeve xeteriyê em emeliyata sezeryanê nakin û pêşniyar jî nakin. Ji ber ku karê doktoriyê karekî wijdanî ye û jiyana nexweşên me di destên me de ye, dive ku em jiyana wan biparêzin. " DÎMEN HEYE
*Jinên bajarê Hesekê bi riya koompiratîfan Abroiya xwe geş dikin û bi rihê jiyana komunal bi hev dixebitin.DÎMEN HEYE
*Behiye Erener di dema qedexeya derketina derve ya Sîlopiyê de parçeyê şarapnelê li serê wê ket û jiyana xwe ji dest da. Di doza ku derbarê kuştina wê de hatibû vekirn tu pêşketin tune ye û keça wê Ayten Erener îdia kir ku ji wan re hatiye gotin ‘dest ji dozê berdin em memurî an jî mûçe ji we re girê bidin'. BI DÎMEN
*Endama SES’ê Gultan Tekîn diyar kir ku nexweşiya şarbonê qedera welatên ku hilberîna xwe nakin e û wiha got: “Ji ber Tirkiye girêdayî derve ye û ji ber polîtîkayên tedbîra çandinî û sewalkariyê tune ev nexweşî niha di rojevê de ye.” BI DÎMEN
*Yek ji parêzerên doza Berkîn Elvan Çîgdem Akbulut diyar kir ku STE bi hinceta dîmen xerabin hewl dide doza Berkîn ji ser xwe bavêje û daxwaz kir ku divê di runiştina din de tevlîbûn zêdetir be. BI DÎMEN
*Bandora krîza aborî herî zêde li bazarên ku gel zêde tercîh dikin, tê dîtin. Jinên ku hewl didin bi nîv kîlo sebze malbatên jî 5-6 kesî pêk tên xwedî bikin dibêjin: “Fatureya krîzê li me tê birîn.”BI DÎMEN
*Li gundan zarokên alîkariyê didin jinên amadekariya zivistanê dikin, bi xwezayê re tên gel hev lê hinek kar hene ku ji bo zarokan gelek xeter in. BI DÎMEN
*Parêzer Perîhan Kayadelen, diyar kir ku êrîşên li hemberî hiqûqnasan û girtina wan bi armanca ku gel bê parastin bihêlin tên kirin û wiha got: “Em her diçin ji dewleta hiqûqê dur dikevin.” BI DÎMEN