ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-20 09:00:00   *Zarokatiya li penaberiyê bu ciwaniya li lutkeya çiyan. Kelecana hesreta Botanê bu xweragirtina li Çarçella, bilindahî û bedewiya Çarçella giha lutkeya Cîloyan. Vê rêwîtiya bê sekin di 21'ê Îlona 2009 an de Çemçû kir warê xwe yê bê dawî. Hemû heskirina jiyanê, bêrikirina Botanê, bedewiya  Çarçella û bilindahiya Cîlo li turikê xwe de kom û li ser xaka Çemço bi ava Şîn û Basya de rijand dakû bigehê ser ruyên Xurbetên bibin şopdarên wê. Ji pênûsa jinê   *Jinên êzidî yên şengalê ku dagirkirina Efrînê şermezar kirin diyar kirin ku Efrînê ne bi tenê ye û Şengalê hata dawî li pişta wê ye. DÎMEN HEYE   *Doktora zayînê Esma Seyîd Remedan,  derbarê emeliyata sezeryanê de agahî dan û wiha got "Heya em wekî doktor nebînin ku jiyana dayik û zarokê dikeve xeteriyê em emeliyata sezeryanê nakin û pêşniyar jî nakin. Ji ber ku karê doktoriyê karekî wijdanî ye û jiyana nexweşên me di destên me de ye,  dive ku em jiyana wan biparêzin. " DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Hesekê bi riya koompiratîfan  Abroiya xwe geş dikin û bi rihê jiyana komunal bi hev dixebitin.DÎMEN HEYE   *Behiye Erener di dema qedexeya derketina derve ya Sîlopiyê de parçeyê şarapnelê li serê wê ket û jiyana xwe ji dest da. Di doza ku derbarê kuştina wê de hatibû vekirn tu pêşketin tune ye û keça wê Ayten Erener îdia kir ku ji wan re hatiye gotin ‘dest ji dozê berdin em memurî an jî mûçe ji we re girê bidin'. BI DÎMEN   *Endama SES’ê Gultan Tekîn diyar kir ku nexweşiya şarbonê qedera welatên ku hilberîna xwe nakin e û wiha got: “Ji ber Tirkiye girêdayî derve ye û ji ber polîtîkayên tedbîra çandinî û sewalkariyê tune ev nexweşî niha di rojevê de ye.” BI DÎMEN   *Yek ji parêzerên doza Berkîn Elvan Çîgdem Akbulut diyar kir ku STE bi hinceta dîmen xerabin hewl dide doza Berkîn ji ser xwe bavêje û daxwaz kir ku divê di runiştina din de tevlîbûn zêdetir be. BI DÎMEN   *Bandora krîza aborî herî zêde li bazarên ku gel zêde tercîh dikin, tê dîtin. Jinên ku hewl didin bi nîv kîlo sebze malbatên jî 5-6 kesî pêk tên xwedî bikin dibêjin: “Fatureya krîzê li me tê birîn.”BI DÎMEN   *Li gundan zarokên alîkariyê didin jinên amadekariya zivistanê dikin, bi xwezayê re tên gel hev  lê hinek kar hene ku ji bo zarokan gelek xeter in. BI DÎMEN   *Parêzer Perîhan Kayadelen, diyar kir ku êrîşên li hemberî hiqûqnasan û girtina wan bi armanca ku gel bê parastin bihêlin tên kirin û wiha got: “Em her diçin ji dewleta hiqûqê dur dikevin.” BI DÎMEN