Jinên Efrînê: Em ji bo rizgarkirina Efrînê li ser piyan e
- 15:04 18 Îlon 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA- Derbarê çalakiya gireva birçîbûnê ya Kongreya Star ku ji bo şermezarkirina dagirkirina li Efîrnê hatibû destpêkirin jinan nerînên xwe anîn ziman, û diyar kirin ku ji bo rizgarkirin û vegera li ser axa xwe têkoşîna wan dewam dike.
Jinên Kampa Berxwedanê berxwedan û navçeya Fafînê yên ku tevlî konê çalakiya greva birçîbûnê ya Kongireya Star ya ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê û bêdengiya dewletên navneteweyî hatibû destpêkirin bibûn ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku berxwedana jin û zarokên Efrînê li Kantona Şehbayê berdewam dike û heta Efrînê ji komên Erdoxan rizgar nebe ew ê bi şev û roj li ser piyan bin.
Endama Kongireya Star Xalîde Muhemed wiha nêrîna xwe anî ziman:" Îro em em jinên Kampa Berxwedanê ji bo 3 rojan tevlî çalakiya Kongreya Star bûn, çiqas em di nav zor û zehmetiyan de bin jî ew nayê wateya ku me Efrînê ji bîr kiriye. Efrînê di dilê me de dijî. Ji bo rizgarkirina Efrînê em bi şev û roj li ser piyan e. Ev çoşa jinan ku îro di çalakiyê de kom bûne bi hêz, vîn û îradeya wan Efrîn wê rizgar bibe. piştî ku gel ji Efrînê derket dev jii çalakiyên xwe bernedan û ji bo rizgarkirina Efrînê tekopşîna xwe dewam dikin."
'Heta ku Efrînê Rizgar bibe em ê li ber xwe bidin'
Endama rêveberiya Kongireya Star a Kampa Berxwedanê Leyla Cafer jî wiha got: " Ji ber ku tu carî jinên kurd teslîmkarî qebul nekiriye, serî netewandine îro bi çoş û moralek mezin tevlî çalakiya Kongireya Star a ji bo rizgarkirina Efrînê bûne. armanca dewleta tirk a dagirker jî ew bû ku bi êrîşên xwe îradeya ku jina ji felsefeya Rêber Apo girtiye bişkînin.
Îro jinên Efrînê yên berxwe dêer bi hemû hêza xwe tevlî çalakiyan dibin û ji cîhanê re îsbat dikin ku tu hêzên dagirker nikarin hêza wan bişkînin û dibêjin heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê li ser piyan bin."
'Dilê me li Efrînê Lê dide'
Rêvebera Meclîsa Kampa Berxwedanê Hacer Silêma jî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Dewleta Tirk ve pêk hat şermezar kir û anî ziman ku niha li Kantona Şehbayê dijîn lê dilê wan li Efrînê lê dide.
Endama Kongireya star ya Navçeya Fafînê Zêneb Muhemed a ku çalakiya Kongireya Star li Rêber Apo pîroz kir da zanîn ku ew wek jin armancek wan ya sereke heye ew jî rizgarkirina Efrînê ye.
Endama rêveberiya Kongireya Star a Kampa Berxwedanê Emîne Silêman jî ev tişt got: " Zarok, jin, kal û pîrên Efrînê li Kantona şehbayê şev û roj di nav berxwedaniyek mezin da ne,îro jî bi hêz tevlî vê çalakiyê bûne."
'Ev coş nîşana irdayînê ye'
Berdevka Meclîsa jinê li Herêma Efrînê Şêrîn Hesen a ku li ser mijarê axvî jî ev tişt got: Moral û coşa ku gelê Efrînê bi taybet jin di vê çalakiyê de dijîn asta girêdana wan bi ax, nirx û dîroka xwe re nîşan dide, îro gelê Efrînê xwedî projeye tu carî dev ji Efrînê bernade. Bi îreda û îdeolojiya ku Serok Apo daye jinê em ê derbasî Efrînê bibin û ji nû ve ava bikin."