Jinên Efrînê: Em ji bo rizgarkirina Efrînê li ser piyan e 2018-09-18 15:04:38   Lîlav Elî    ŞEHBA- Derbarê çalakiya gireva birçîbûnê ya Kongreya  Star ku ji bo şermezarkirina dagirkirina li Efîrnê hatibû destpêkirin  jinan nerînên xwe anîn ziman, û diyar kirin ku ji bo rizgarkirin û vegera li ser axa xwe têkoşîna wan  dewam dike.    Jinên Kampa Berxwedanê berxwedan û navçeya Fafînê yên ku tevlî konê çalakiya greva birçîbûnê ya  Kongireya Star ya ji bo şermezarkirina dagirkirina  Efrînê û bêdengiya dewletên navneteweyî hatibû destpêkirin bibûn ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku berxwedana jin û zarokên Efrînê li Kantona Şehbayê berdewam dike û heta Efrînê ji komên Erdoxan rizgar nebe ew ê bi şev û roj li ser piyan bin.   Endama Kongireya Star Xalîde Muhemed wiha nêrîna xwe anî ziman:" Îro em em jinên Kampa Berxwedanê ji bo 3 rojan  tevlî çalakiya Kongreya Star bûn, çiqas em di nav zor û zehmetiyan de bin jî ew nayê  wateya ku me Efrînê ji bîr kiriye. Efrînê di dilê me de dijî. Ji  bo rizgarkirina Efrînê em bi şev û roj li ser piyan e. Ev çoşa jinan ku îro di çalakiyê de kom bûne bi hêz, vîn û îradeya wan Efrîn wê rizgar bibe.  piştî ku gel ji Efrînê derket dev jii çalakiyên xwe bernedan û ji  bo rizgarkirina Efrînê tekopşîna xwe dewam dikin."   'Heta ku Efrînê Rizgar bibe em ê li ber xwe bidin'   Endama rêveberiya Kongireya Star a Kampa Berxwedanê Leyla Cafer jî wiha got: " Ji ber ku tu carî jinên kurd teslîmkarî qebul nekiriye, serî netewandine îro bi çoş û moralek mezin tevlî çalakiya Kongireya Star a ji bo rizgarkirina Efrînê bûne. armanca dewleta tirk a dagirker jî ew bû  ku bi êrîşên xwe  îradeya ku jina ji felsefeya Rêber Apo  girtiye bişkînin.  Îro jinên Efrînê yên berxwe dêer bi hemû   hêza xwe tevlî çalakiyan dibin û  ji cîhanê re îsbat dikin ku tu hêzên dagirker nikarin hêza wan bişkînin û dibêjin heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê li ser piyan bin."   'Dilê me li Efrînê Lê dide'   Rêvebera Meclîsa Kampa Berxwedanê Hacer Silêma jî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Dewleta Tirk ve pêk hat  şermezar kir û anî ziman ku niha li Kantona Şehbayê dijîn lê dilê wan li Efrînê lê dide.     Endama Kongireya star ya Navçeya Fafînê Zêneb Muhemed a ku çalakiya Kongireya Star li Rêber Apo pîroz kir da zanîn ku ew wek jin armancek wan ya sereke heye ew jî rizgarkirina Efrînê ye.     Endama rêveberiya Kongireya  Star a Kampa Berxwedanê Emîne Silêman jî ev tişt got: " Zarok, jin, kal û pîrên Efrînê li Kantona şehbayê şev û roj di nav berxwedaniyek mezin da ne,îro jî bi hêz tevlî vê çalakiyê bûne."   'Ev coş nîşana irdayînê ye'   Berdevka Meclîsa jinê li Herêma Efrînê Şêrîn Hesen a ku li ser mijarê axvî jî ev tişt got:  Moral û coşa ku gelê Efrînê bi taybet jin di vê çalakiyê de dijîn asta girêdana wan bi ax, nirx û dîroka xwe re nîşan dide, îro gelê Efrînê xwedî projeye tu carî dev ji Efrînê bernade.  Bi îreda û îdeolojiya ku Serok Apo daye jinê em ê derbasî Efrînê bibin û ji nû ve ava bikin."