Ji bo rizgarkirina Efrînê tekoşîn dewam dike
- 17:27 17 Îlon 2018
- Rojane
Ferîda Zade
ŞEHBA - Çalakiya Kongireya Star a greva birçîbûnê ku di 15'ê mehê de bi dirûşma " Yan Efrîn an Efrîn" ji bo rizgarkirina Efrînê û şermezarkirina bêdenigiya dewletên navneteweyî ya li dijî dagirkirina Efrînê û êrîşên li ser Kurdistanê ku dabû destpêkirin berdewam dike.
Çalakiya Kongireya Star a girêva birçîbûnê ya ku li gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrewa di 15'ê mehê de bi dirûşma " Yan Efrîn an Efrîn" hat destpêkirin bi tevlibûna Kampa serdemê, Navçeyê Ehrezê, Jinên Ciwan,Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi moralek mezin ji aliyê jinan ve berdewam dike.
Jinên ciwan ên ku tevli çalakiya grevê ya Kongreya Star bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin;"Em ê kêlî bi kêlî di nav çalakiyan de bin. Em wek jinên ciwan bi rih û çoşek mezin tevlî vê çalakiyê bûne."
'Divê jinên ciwan tevli rizgarkirina Efrînê bibin'
Ji jinên ku tevli çalakyê bûn Seroka Desteya Ciwanên Werzîşê Gulê Cimo a ku axivî diya kir ku ew wek jinên Ciwan ji bo rizgarkirina Efrînê wê kêlî bi kêlî di nav çalakiyan debin û wiha got;" Her tim em soza xwe bi Şehîd Avêsta re, Barîn re nû dikin ku em ê Efrînê ji dewleta tirk a dagirker rizgar bikin. Em wek jin bi tayîbet jinên ciwan em ê nehêlin ku di Efrînê de bimînin. Efrîn ji ber ku warê jinan bû warê Avêsta û Barîn bû dewleta tirk êrîş bir ser. Lê bila baş zanibin ku em ê tola Şehîdên xwe hildin. Ji ber Efrîn qubleya jina azad e pêwîst e bi hemû rengên xwe tevlî hemleya rizgarkirina Efrînê bibin. "
'Em ê Efrînê rizgar bikin'
Di heman demê de Endama Jinên Ciwan Zeyneb Hemo jî axivî û wiah got:" Çawa ku Rêber Apo dibêje me bi ciwantî dest pêkir em ê bi ciwantî bi serkefin, wek jinên ciwan em tevlî çalakiya Kongireya Star a konê grêva birçîbûnê bûn û armancek me heye ew jî rizgarkirina Efrînê û azadiya Rêber Apo ye. Em ê heta dawiyê tekoşîna xwe dewam bikin û armnaca xwe pêk bînin. Ne tenê di qada çalakiyan de em ji bo Efrînê tekoşîn dikin di hemû qadan de siyasî û diblumasî de jî ji bo rizgarkirina Efrînê xebatek pir mezin tê kirin û baweriya me heye ku Efrîn wê were rizgarkirin."