ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2018'AN
- 09:00 9 Îlon 2018
- Rojev
*Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Şehbayê û Kevana Zêrîn Wehîde Birîmko derbarê xebatên çand û hunerê yên li Şehbayê anî ziman ku ji bo parastina nasnameya gelê Kurd divê ew girîngiyê bidin xebatên çand û hunerê û got:"Tevî hemû zor û zehmetiyan û derfetên kêm li Şehbayê xebatên derbarê çand û hunerê yên ji bo zarokan em didomînin. Çi dibe bila bibe em dev ji xebatên çand û hunerê bernadin. Çand û huner awêneya me ya rastiya jiyanê ye." DÎMEN HEYE
*Cîgira Hevseroka Bajarê Minbicê Cemîla Ehmed derbarê pêvajoya li Idlibê tê meşandin anî ziman ku bazariyên qirêj li ser Idlibê tên meşandin û got:"Ji ber ku rewşa Idlibê ji bo nexşerêya li Sûriyeyê girîng e, Rûsya, Îran û Tirkiye dixwazin ku ji bo berjewendiyên xwe li hev bikin. Lê heta niha lihevkirineke şênber di navbera wan de çê nebûye. Di hevdîtinên ji bo Idlibê de jî armanca Tirkiyeyê ya sereke ew e ku Kurd nebin xwedî statu." DÎMEN HEYE
*Fatima Mihemed a ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji Efrînê derket û dawiyê dîsa vegeriya Efrînê anî ziman ku ew gelek poşman e û got:"Dema ku ez piştî dagirkirina dewleta tirk a li Efrînê vegeriyam Efrînê min dît ku wir veguherandine dojehê." DÎMEN HEYE
*Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nav hewldana parastina çanda xwe de ne. Jina Kurd Îlham Silêman diyar dike ku ew bi xwedîkirina ajalên wekî bizin û mîhan hem debara xwe dike, hem ji bo tenduristiyê berhemên organîk ava dike, hem jî çanda gundewariyê diparêze. DÎMEN HEYE
*Wehide El-Cedûl a ku ev 90 sal in li dijî hişmendiya baviksalarî têdikoşe diyar kir ku divê jin hemû di nav piştevaniyê de bin ku neyên çewisandin û got:"Ji ber desthilatdarî û hişmendiya baviksalarî ez bi salan hatim çewisandin. Min heta niha li dijî vê yekê li berxwe da. Lazime ku hemû jin bibin yek û li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe bidin."
*Rojnamegera girtî Semîha Şahîn diyar kir ku ji krîza hiqûqî ya ku tê jiyîn, desthilatdariya ‘referanduma darazê’ ji ser zimanê xwe naxîne berpirs e û bang li hemû raya giştî kir ku tevlî runiştina wê ya di 10’ê îlonê de pêk tê bibe.
*Dayika Şemiyê Hanim Tosun pirsa, çalakiya runiştinê ya ku di şertên herî zehmet de pêk anîne çima niha hatiye qedexekirin kır û wiha got: “Her kes dizane çalakî çalakiyek bêdeng e. Em jî vê fam nakin. Çima ji bêdengiya me ditirsin?” BI DÎMEN
*Prof. Dr. Umut Kalyoncu diyar kir ku nexweşên sedefê dikarin fêdeyek mezin ji tîrêjên rojê bigirin lê nexweşên bayê û sedefê divê bi taybet nîvro zêde li ber tavê nemînin.
*Jinên Semsurê yên li erdên tutunê bê ewle dixebitin, der barê pêşerojê de jî bi fikar in. Jina bi navê Sevcan Sucu ku 20 sal e li ser erdê tutunê dixebite wiha got: “Ji neçarî me dîsa tutun çand. Tê gotin ku îsal bihayê firotina tutunê 8 TL ye. Ger wisa be em ê birçî bimînin.” BI DÎMEN
**Helbestkarê mezin Halîl Cibran dibêje ‘Dijminê min tune, lê Xweda ger dijminê min hebe, bila hêza min û wan yek be ji bo ku rastî bi tena serê xwe bi ser keve’. JI HUNDIR