Rejîma Îranê Aktivîstê Kurd Ramin Huseyin îdam kir
- 13:41 8 Îlon 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Rejîma Îranê Aktivîstê Kurd Ramin Huseyin Panahî îdam kir.
Bi saya kampanyayên navneteweyî cara yekem îdama aktivistekî Kurd hat tarloqkirin. Aktivistê Kurd Ramin Huseyin Panahî yê ku îdama wî hatibû tarloqkirin li Girtîgeha Raminşarê hat îdamkirin.
Îdama Ramin birayê wî li ser hesabê ku yê medyaya civakî ragihand. Parêzerê Ramin, Huseyin Ahmedi Niyaz ê ku ji Arti Gerçekê re axivî, kirina îdama Ramîn piştrast kir.
Zanyar û Loqman jî hatin îdamkirin
Li gor Nûçeya Ajansa Farsnewsê ya ku li Îranê weşane dike Aktivistên Kurd ên ku li Girtîgeha Recayişahr a Kerecê dihatin girtin Zanyar û Loqman Mûradî di saetên serê sibehê de hatin îdamkirin.
Her wiha Farsnewsê diyar kir ku Zanyar, Loqman û Ramîn bi hev re hatine îdamkirin.