Dayikên Şemiyê tevî astengkirina polîsan li aqubeta Kenan Bilgin pirsîn
- 13:34 8 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Polîsan vê hefteyê jî, çalakiya Dayikên Şemiyê ya 23 sal in li aqûbeta windakiriyên xwe digerin asteng kirin. Dayîk û xizmên windakiriyan ên xwestin biçin Qada Galatasarayê ya her hefte daxuyaniyê lê didin, polîsan destûr nedan wan.
Dayikên Şemiyê yên ji bo aqûbeta windakiriyên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin bipirsin û daxwaza darizandina bersûcan her hefteyê li Qada Galatasarayê kom dibin, xwestin çalakiya xwe ya hefteya 702’yemîn pêk bînin, lê rastî astengiya polîsan hatin.
Ji ber ku Qeymeqamtiya Beyogluyê çalakiya Dayikên Şemiyê qedexe kir, polîsan Kolana Îstîklalê kirin bin ablukayê. Hin rêyên diçûn Qadên Galatasarayê hatin girtin. TOMA li ser rêyan hatin bicihkirin û Midûryeta Polîsan a Stenbolê daxuyanî da ku wan hin Kolanên diçin Îstîklalê girtine.
Dayikên Şemiyê, Xizmên Windakiriyan, Mirovên Şemiyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şık, Garo Paylan, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu û Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ên li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Stenbolê kom bûn, xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsên ku li ber Kolana Deriyê Parka Mezin a Cadeya Îstîklalê pêşiya girseyê girtin, destûr nedan biçin qadê.
Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ne rehet ket
Di çalakiya vê heftêyê de aqûbeta Kenan Bilgin ê ku di sala 1994'an de li Enqereyê hat binçavkirin û piştre hat widakirin, hate pirsîn. Li ser astengkirina polîsan dayika Murat Yildiz ê ku di bin çavan de hat windakirin, Hanife Yildiz got:"Ji bo em windayên xwe bibînin em li vir in. Em ji vir naqetin." Di nav pevçûnê de Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ne rehet ket.
'Em dixwazin ên berpirsiyar bên darizandin'
Dayika Şemiyê Hanim Tosun daxuyaniya vê hefteyê xwend û got:"Dosyaya Kenan Bilgin me şand heta AÎHM'ê. Hîn berpirs nehatine darizandin. Ji bo jiyanê, ji bo aştiyê em dev ji gera ji bo Kenan Bilgin bernedan."
Di dema çalakiyê de hinek dayik ne rehet ketin û gazî ambulansê hat kirin. Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê, bi qurnefîl û wêneyên di destên xwe de dîsa derbasî ÎHD'ê bûn. Sekinandina dayikan a li vir didome.