Zarokên Efrînê: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

  • 09:10 8 Îlon 2018
  • Rojane
Cûdî Zêno 
 
ŞEHBA - Zarokên Kampa Berxwedanê û Serdemê yên Şehbayê ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ji Efrînê hatin koçberkirin gotin:"Erdogan li Efrînê gelek hevalên me qetil kir. Em dixwazin Efrîn rizgar bibe û em vegerin ser axa xwe."
 
Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de gelek sîvîlî li Efrînê jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes hatin koçberkirin. Yên ku herî zêde ji van êrîşana bi bandor bûn zarok bûn. Zarokên ku ji ber êrîşan hatin koçberkirin û niha li Kampên Serdem û Berxwedanê bi cih bûne gotin:"Em zarok in, çi gunehê me hebû ku Erdogan ev êrîşa hovane li dijî me pêk anî?"
 
Zaroka bi navê Nisrîn Muhemed got:"Em li Efrînê bextewar bûn me bi hevalên xwe re dilîst û diçûn dibistana xwe. Lê piştî ku dewleta tirk êrîşî me kir hevalên me hatin qetilkirin û dibistanên me hatin hilweşandin. Em dixwazin vegerin Efrînê û li wir lîstikên xwe bilîzin."
 
Zarokê bi navê Muhemed Dîngîlî da zanîn ku ew gelekî bêriya Efrînê û hevalên xwe yên ku hatin qetilkirin dikin û got:"Hemû xeyalên me yên zarokatî hatin talankirin. Em dixwazin bi awayekî azad û bextewar lîstikên xwe bilîzin û biçin dibistanên xwe. Em dixwazin Efrîn rizgar bibe."
 
Şevbîn Hecî anî ziman ku ew jî dixwazin wekî zarokên cîhanê bi bextewarî bijîn û got:"Em dixwazin hemû zarokê li cîhanê azad û bextewar bin. Lê em ne bextewar in, ji ber ku em hatin koçberkirin, ji ber ku em bêriya Efrînê dikin."
 
Meryem Osman jî got:"Yên ku êrîşî Efrînê kirin, qatilên zarokan in. Divê cîhan li dijî kiryarên qatilên zarokan bêdeng nemîne."
 
Cûdî Bîlel anî ziman ku ew hêvî dikin ku vegerin Efrînê û got:"Erdogan li Efrînê gelek hevalên me qetil kir. Em dixwazin Efrîn rizgar bibe û em vegerin ser axa xwe."
 
Muhemed Hemo got:"Em zarok in, çi gunehê me hebû ku Erdogan ev êrîşa hovane li dijî me pêk anî?"
 
Herî dawî Denyel Bîlal û Dilyal Muhemed jî anîn ziman ku divê dewletên navneteweyî jî dengên zarokên Efrînê bibihîsin û gotin ku ew dixwazin vegerin Efrînê.